H.Belê

Diyalogê Lalan

 

F.Devliken

Çend qeşmerî

 

B.Ronahî

Oxlim Çîz

 

L.Şêxo

Ku mejî hebûya

 

A.Dûran

Mafya Ismaîl-3

 

Z.Osman

Zavê Mêrxas

 

B.Tosin

Rojîna Biçûk

 

Qosarî

Qaçax Çay

 

S.Îloz

Kurdî

name

 

                         

Lotikxane

Xaltîka Fatê-22

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî....            Medya ///   Arşîv

Zavê Mêrxas

Zagros Osman-05/01/09-

Di sala 1975an de, li rojavayê welat hikûmeta Suriyê pirojeyek nîjadperestî li dijî netewê Kurd gerand.

   Dema ku xaka Kurda bi darê zorê ji dest wan derxist û cîgehên (kolonî) di erdê Kurda de avakirin, Ereboşkên xwe ji deverin dîtir guheztin herêma Kurda û erd li van Ereboşkên beyanî par kirin, ew di koloniya de bi cî kirin.

   Bi vî awî piraniya xaka Kurda ket destê Ereboşka, xelkê me navê gundê van kolonyaliya kirin (Erebê mexmûrîn). Cî ji bo Kurda nema ku sewalê xwe lê biçêrînin, hikûmetê bi cîgehên Ereboşka gundê Kurda dorûpêç kirin, jibo wilo bi Kurda pir nexweş bû ku hikûmetê ev Ereboşkana avêt  nav çavê wan. >>>>>

Kurds in Iraq: Independence or Autonomy?

Maryam Abbasi - This paper discusses the dilemma faced by the Kurds in Iraq: press for independence or sustain autonomy. In the wake of World War I, the Kurds lost their prospect for independence. Years later, Saddam Hussein’s atrocities against the Kurds amounted to the de facto state of Kurdistan in northern Iraq.

    Despite considerable progress, polarized debates over the reconstruction of Iraq post 2003 have generated concerns over the probable emergence of an independent Kurdistan.>>>>>

Xaltîka me Ayna duşeş avêt

Ûstûra Kemal- 04/01/09-Amed- Wekîl û hevseroka DTP xaltîka me Emîne Ayna, di rojnama Tarafê de "duşeş" avêt û piştgirî da TRT6. Herçiqasî DTPî beşdarî vekirina TRT6 nebûn jî, lê Emîne Ayna vekirina TRT6 wek destketinek mezin û bi nirx dibîne û pişgrirîyê dide wê. Emîne Ayna TRT6 wek encama berxwedan, ked û xwêdana gelê Kurd dibîne û dibêje ev gavek pîroz e.

   Welhasil, li gora min jî TRT6 gavek pîroz e û divê Kurd li keda xwe, xwîn û xwêdana xwe xwedî derkevin, piştgirîyê bidin TRT6ê û hetta tê de bixebitin jî. Ma ku dewlet piştî 80 salî tifa xwe balêse û hebûna Kurd û zimanê Kurdî qebûl bike, çima na qerdeşim?

   Bijî xaltîka Emîne Ayna bijî. Bi sê telaqan te tirr ji wan mirîdên ku Lotikxane ji ber piştgirîya TRT6ê rexne dikirin, berda û tu sax!

 

Dolheramo dîsa verşîya

Cercûro- 02/01/09- Tirkiye- Partîya sermezinê Erdogan AKP TRT6 vekir û dest bi lotikan kir. Herçiqasî gala û vekirina TRT6 wek şorba nîskê û fîasko bû jî, lê dîsa jî ji tunebûnê çêtir bû.

   Welhasil, piştî AKP TRT6 vekir, weşana zimanê Kurdî li zora qu...ê dêya Denîz Balkal çûye ku rabûye vedirşe û dibê:”Lan oxlim, AKP perên dewletê ji bo grûpek etnîkî (Kurd) xerc dike, ev helwestek pir xeter e dînime îmanime” filan û fîstan.

   Weyla kalkê min di pîrka te nîhao, hûn dewlemendîyên sererd û binerd ên welatê wê grûpa etnîk ji bo xenzîrên mîna xwe xerc dikin ew ne xeter e. Lê Weşana bi zimanê Kurdî xetere ha!    

   Wey tirrrrrrrrrrr li bin qûna te û partîya te ewladim!

 

For Kurdish Girls, a Painful Ancient Ritual

 

The Widespread Practice of Female Circumcision in Iraq's North Highlights The Plight of Women in a Region Often Seen as More Socially Progressive

By Amit R. Paley

Washington Post  >>>>>

 

De werin em di TRT6ê de, li Kawîs Axa gohdar bikin!

 

Selîm Acar- 30/12/08- Di van rojana de,  serê min tevliheve, mejiyê min bûye mîna şorba nîska. Dikevim nava ramanan, lê mantiqê min ê politik û babetên rojeva me kurdan de û politîka tirkan li hev nakin. Tiştên me doh, ji wan re  gotî ye “sipî”, em îro jî ji wan re dibêjin “reş”! Ma çawa wê mejiyê merovan nebe şorbe?

    Bi salan, me kurda program nivîsandin û xwestinên xwe di wan programana de bi rêz kirin. Me programên xwe dikirin çend beş û di nava wan beşana de, beşê daxwazên “mafên demokratîk” hebûn. Bi rastî çima me ji wê beşê re digot “mafên demokratik” ji bo min ne pir zelale. >>>>>

LEYMÛN

B.Jîndar-30/12/08- Dara Leymûnê heta 6 m bejnê tavêje. Belgên wê keskên biriqok û wek devê rimanin. Ji meha adar heta meha çirîya pêşîn her kulîlkan vedike.

    Kulîlkên wê spî, peyazî (penbe) ne. Kulîlkek pênc parçe ye, bêhnek xweş û ferahker jê tê. Ji wê kulîlkê fêqîyek zer û hêkane, rûbiriqok, bêhnxweş û pir tirş  çêdibe. Ji wê fêqîyê re leymûn tê gotin.>>>>>

OXLUM  ÇÎZ

B.Ronahî-29/12/08- Li Kurdistanê bajarê Hekarîyan dema dayîkan zarowên xwe dibirin derva an diçûn mêvanîyekê, ji boy ku zarok wan aciz nekin, berê digotin zarokan çîza (mîza) xwe bike.

   Lîstikek ji yên zarowan jî beryêkdana (pêşbirka) çîzê bû. (Kanî wê çîza kî dûrtir biçe.) Jibo vê listîkê  zaro di kêleka hewdu rêz dibûn û pevre çîza xwe berdidan. Carnan jî li ser gûzan ev lîstîk dilîztin. Çîza kî zêdetir çûba, wî gûz distandin. >>>>>

Ev lêlê ye, lolo jî bi rê de ye

Firildeq Elî- 27/12/08-Stenbol- Belê, TRT6 dest bi weşana testê kir û li ser xêrê be rebbî. Birastî ez hê jî fêhm nakin bê çima Kurdên me li dijî TRT6 derdikevin. Gerçî ez fêhm dikim de neyse, ezê xwe li xeşîmî deynim canim.

   Ê başe qerdeşim, dewletê bi weşana TRT6 hebûna zimanê Kurdî qebûl nekir? Belê.

Dewletê di televizyona xwe de hebûna tîpên QWX qebûl nekir? Belê. >>>>>

Xwe ji bo xêr û bereketa sala nuh berda çolê

Hesen Keleş- 27/12/08-London- Bedewa Ingilîz Danîelle Liyod, xwe ji bo xatirê serê sala nû berda çolê û doxîn li zilaman sist kir. Danîelle yek ji şahbanûya Ingilîztanê ye û ji bo di rojevê de bimîne tiştek namîne ku nake.

   Agirpêketya Danîelle ji bo xêr û bereketa sala 2009an, xwe li ber dara Noelê şût û rût kir û got ku wê bi xêra lotikên wê xêr û bereket bibare. Îcar ev xêr û bereket çiye em jî hîna nizanin. >>>>>

Destê Ehmedînejad nagihîyê, li gor dilê xwe lotikan davêje

Miradê Torî- 26/12/08-Fransa- Modêla Îranî Fadîme Mubara ji Îranê revyabû Fransayê û qîma xwe bi jiyana bin çarçefê nanîbû.

    Îcar xanimê li Fransayê li gora dilê xwe lotikan davêje û dinya ne di xema wê de ye. >>>>>

ALO S İ (Z) KİMSİNİZ..!

A.Dûran- 25/12/08- Rojek ji rojan  gotin min „Li seyarê siwarê, here bajarê Zürîchê, li wir Üstdüzey (mektepsiyasî) yekî me heye bigre û bîne“. Zivistan bû, ez jî bi rê ketim. Seyara min kevn e, dikim nakim germ nabe. Min xwe bi xwe got „Lawo Ismaîl, eraqê vexwe bila agir têkeve hundurê te“.

    Min seyare  li ber xwarinxaneyekê rawestand û vexwar, serxoş bûm û dîsa çûm li seyarê siwar bûm, bi rê ketim. >>>>>

Hem şivan e hem se ye

B.Ronahî- 24/12/08- Mêhdî  zilamek wek hirçan zexim e. Tifenga dewlletê standîye û bûye cerdevan.

   Carekê di cerdevanîyê de birîndar dibe. Lê piranî  li ber pezê xwe ye. Carnan jî tê qehwa Welî ya li Cûlemêrgê bi hevalên xwe re bi kaxezan dilîze, henekan dike. >>>>>

Şivan Perwer û Welat

Bargiran Baran- 22.12.2008-Stenbol-
Na pismam na, hemû çêlek tên dotin lê va gotina nayê gotin. Ma te qaf xwarîye?.. Şivan Perwer karê xwe nema, rabe di kanala dewletê de konsêrê bide?. Qey tu dîn bûyî..  

   Hunermendek bi namus, bi xîret, bi şeref û heysîyet, hunermendek wek Şivan, tew ticar xwe nafroşe û ixanetê li gelê xwe nake. Çito ne îxanet e pismam?..

   Dewlet wê kanalekê bi me de û wê bê qala dewlet mewlete bikin, eger hûn pir dixwazin jî, welatê me meherimînin û bimeşin herin ''Kuzey Iraqê''. >>>>>

DTP dixwaze tirrê ji Nisêbînîyan jî berde

Mehmûdkê Sittî- 21/12/08-Nisêbîn- Birastî nizanim ne bikenim û ne  bigrîm. Nizanim ne ji ehmeqîya me ye, ne ji kerîtî û bergîlîya me ye. Hema heçê radibe me dixe şûna keran û dixwaze bê kurtan li me siwarê.

   Li ser bextê mişk û pisîkên zikakên bajarê Nisêbînê be, dibêjin DTP a me ayetek ji qibla Îmralîyê stendiye û dixwaze li gora wê ayetê piranîya şaredarîyan têxe destê jinan. Hem jî jinên ku herêmê nasnakin, mejîçep in, Tirk in yan jî dewşîrmeyên Kurd in.

  Yek ji wan şaredarîyên ku DTP dixwaze hefsarê wê têxe destê jinekê jî Nisêbînê ye. >>>>>

Madona ji van cilan fedî dike

Jîrko-21/12/08- Kurdistan- Li Sûrî bajarê Şama Şerîf,  li bazara Himêdiyê sitiyan (bersing) û kelsonên li ser elktrîkê çêdikin ku ji bo zilam germ bibin û pîrek lotikan bidin mêrê xwe.

    Wa kirine ku mêr kare ji dûrve bi kepseke elktrîkê cilê jina xwe jê bike û kare bi kêfa xwe memkê jina wî sitrana bêje û bibe lempa .

   Ev şemlê pîrekan di şevê çira, lempa û li mûsiqê jî didin ji bo kêfa mêrik xweş bibe û qenc bibeze ser jinê, dilê jikê hînik bike.>>>>>

Wê jî dest bi bazirganîyê kir

Hesen Keleş- 20/12/08-London- Lotikvana Ingilîz, agirpêketya memik mezin, malxeraba çiryayî Katîe Prîce „Jordan“ dest bi bazirganîya bêcemeyên şevê kir û lotikek avêt.

   Jordan xanim bêcemeyên wilo nermik û seksî çêkirine ku, heçê li xwe ke wê bibe wek çêlek û ciwangeyên nav garanê, pê germ û nerm û hetta har jî bibin.

   Dibêjin taybetmendîyek van bêcemên şevê ev e ku bêhna tirr û fissan dernaxe der û wê bêhnê dike wek bêhna parfûm û lewentoyê. >>>>>

Heciyên başûrê welêt li Mekkeyê dest bi parsê kirin

Hecî Cimo-19/12/08-Mekke

Îsal Erebên quûnreş filîm bi serê heciyên me yên başûr anîn. Di dema pêkanîna erka xwedê de li Mekkeyê, pere pê re nehiştin û niha jî ev heftiyeke bêxwedî li wê derê hiştine û dibêjin emê we ne bi riya hewayî, bi riya bejayiyê vegerînin Kurdistanê.

    Heciyên me jî ji ber bêpereyiyê û bo ku pereyê nanekî peyda bikin, li Mekkeyê dest bi parsê kirine! >>>>>

Araf’ li NÇM’ya Stenbolê ye

STENBOL / Lîstika şanoyê “Araf / Di Navbera Du Welatan De” ku li ser jiyana Mûsa Anter e û ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsîn, 3’ê Çile(Ocak) roja înê saet: 18.00’an de li Salona Şanoyê a Navenda Çanda Mezopotamya ya Stenbolê derdikeve ser dike.

   Heçê wê rojê betal be û neçe ARAFê temaşe neke, jina wî jê berdayî be û mîrkutê Lotikxanê li nav serê wî keve rebbî!

Sirûda dizistanê 

18/12/08

Ey dolar wer

Berîkên me yên kun tijî bike

Çavên me yên birçî têr bike

Yoro û zêran bi xwe re ji bîr neke

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

Derdê me yê bi tenê

Zik û berzik e

Ger ew têr bibin

Jê û pêve xem tune

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

Dîn Îman man pare man, Wer pare man

 

Dizistan

Sî û pêncê meha sêzdeyê sala pênc hezar û quzilqurtê...

 

Hûn jî dixwazin mîster Bûşh bidin ber pêlavan?

 

H.C-16/12/08-Bexda- Belê, em wek Lotikxane xwendevanên xwe ji ber pêlavdayîna mîster Bûşh bêpar nakin û yên ku dixwazin wek rojnamevanê Ereb Bûşh bidin ber pêlavan, dikarin bi riya Lotikxanê wî bidin ber pêlavan û bi dilê xwe lotikan li wî bixin.

   Ji bo hûn bikarin Bûşhê xwelîliser bidin ber lotik û pêlavan, vê lînkê bitikînin:

http://193.142.30.163/2008/bushgame

Libnanîyan jî dest bi tirr û fissan kir

Ibrahîm Ehmed- 14/12/08-Libnan- Libnanî jî dest bi tirr û fissên erotîk dikin û wê di rojên pêş de kovarekê bi navê Jassad (Beden-laş) derxin.

   Dibêjin piştî ku derxistina kovarê hatiye ragihandin û xelk pê  hisiyane, Erebên Misirî, Fasî, Sûrî û sofîyên Hizbûllahê rabûne ser tapana û lotik dane xwe.

   Ereb li dij derketina kovarê derdikevin û dibêjin „Hayhoooo, wê ev kovar namûsa me bîne pênc qirûşan û wê keç û xortên me ji rê bibe, wan bike wek çêlek û ciwangeyên nav garanê“ filan û fîstan. >>>>>

Sukhinova bû lotikvana dinyayê

Bengîn Elegez- 14/12/08-Moskova- Lotikvana nermik û germik, bedewa Rûsî Ksenya Sukhinova, di pêşbirka „Mîss World 2008“ de bû bedewa cîhanê û tirr ji bedewên 109 welatan berda.

   Sukhinova ku wek liqûmekê şîrîn, wek agirê cehnemê germ û wek çêleka nav garanê har e, bi vê lotikê pêşeroja xwe garantî kir û wê ji îro û pêde dest bi reklam, flîm û zîtirkên çapemenîyê bike. >>>>>

Wey ne hûn bin û ne zimanê we be

Dara Can- 12/12/08-Amed- Yaw ev çi mesela Amediya ne, ji beq û req tirqmancan pirtir dibêjin Q Q Q Q Q !!? eheheeeee!

   Li ser bextê qopiq û qanciqên bajariyan be, dibêjin gava mirov di nav kolanên Amedê (Diyarbeqir) re dimeşe, ji wî ye ku di nav golên req û beqan re dimeşe , hema gewriya xwe dadigrin û boxazê qirtiqê xwe tijî dikin û ji koka zimanê xwe de dibêjin : Q Q Q Q Q, qoqaqola, qompiyûter, amerîqa, belcîqa, qerqûq, qurd, tirq, xaltîqa fatê, lotiqxane, PQQ, PDQ, PUQ, QDP, qer, atetirq, qerqemîş, qereqûş,,, heqê min heye ez bêjim: Wey ne hun bin û ne zimanê we be… ne wulo!!!

   Haşayî Xaltika Fatê û kesên din ên baş, ey kesên ku bi tirqî dipeyivin û (k) dikin (q) : Eger hûn dixwazin qoleyê tirqan û peyên qondere oxlo bimînin, berî her tiştî serê xwe di wî qula ku di her mirovekî de heye û bi Q dest pêdike kin, ji bo hun têr QQQQQQQQQ bibin.

   Piştre jî nebêjin em qurdin, bêjin “em neviyên sultanê Osmanî qondere oxlo ne” û hûn sax cîgerlerim!

Xanimê heyfa xwe hilanî

Tecawizcî Coşqûn- 11/12/08-Stenbol- Hewce nake ez zêde behsa namûsa Tirkan ji we re bikim. Ha namûs, ha bexdûnis li cem wan wehe hev e.

 Welhasil, li bajarê Samsûnê jinika bi navê H.A dêya çar zarokan e. Mêrê wê radibe hewîyê tîne ser wê û li kêfa xirrê xwe dinere. Xanim H.A jî dixwaze heyfa xwe ji mêrê xwe hilîne.

    Radibe ew jî diçe xwe di bin qiraseyekî din de davêje erdê, têra xwe gon dixwe û zik li xwe dike wek meşka koçera, dinepixîne. >>>>>

Wey maşelle, kûçik jî bûn xwedîyê otêlên pênc stêrk

Tacdîn Baran- 11/12/08-Almanya- Ev Ewrûpî mirovin ecêb in. Qîmet û qedrê ku didin heywanan, bi taybet kûçikan, nadin mirovên wek min û we.

   Dibêjin xuşk û brayên bi navê Sabîne û Thomas Gerteistê Alman, li bajarê Munîhê devera Freîsîngê otêlek pênc stêrk ji bo kûçikan ava kirine û wektî ji kêfan re bifirin. Otêla pênc stêrk ha, pekk! >>>>>

 

Di 34 salîya xwe de hartir dibin

 

Hesen Keleş- 09/12/08-London- Dibêjin li gora lêkolînekê, jinên Ingilîz gotine ku „Em di 34 salîya xwe de kamil dibin û tamekê ji seksê digrin. Tama ku em di 34 salîya xwe de li lotikên seksê digrin, me di xortanîya xwe de negirtiye. Temenê 34 tam temenê lotik û zîtirka ye“ û gotine „Em di vî temenî de mehê 10-15 lotikan li xwe dixin û tirrê ji hev berdidin. Erê me di xortanîya xwe de hevdu diçirvirand û şev û rojên me bi lotikên bergîlkî derbas dibûn jî, lê wek niha me tam ji seksê nedigirt“ filan û fîstan.  

Lêkolîn bi 1031 jinî re hatiye kirin.

   Piştî vê lêkolîna li Ingilîztanê, me jî rabû bi 1031 jinên Kurd re hevpeyvînek kir û encamên balkêş derketin holê.

   Di hevpeyvînê de me tenê pirsek ji jinên Kurd kir: >>>>>

 

 

Jinên Kurd tirr ji mêrên xwe berdan

Hecî Cimo-05/01/09-Silêmanî "Saziya Zilaman ya Kurdistanê" îro ji çapemeniyê re behsa gilî û gazindên xwe li jinên xeternak kir û aşkere kir ku di dema şeş mehên destpêkê yên sala 2008-ê de, 9 zilam ji aliyê jinên xwe ve bi pehîn û kulman ji malê hatine qewirandin û 22 jin jî ji aliyê dadgehê ve li ser şîdeta ku li zilamên xwelîser kirine, sizayên yasayî xwarine.

  Berpirsê "Saziya Zilamên Kurdistanê" ji rojnameya Awêneyê re ragihand ku di şeş mehên destpêkê yên sala bihurî de tenê li bajarê Silêmaniyê 9 zilam ji aliyê jinên xwe ve bi zor û şîdetê ji malên xwe hatine qewirandin. >>>>>

 

>>>>>

TRT6, navê xwedê xweş, rûyê dijmin reş

Rojda Aydin- 04/01/09- Stenbol- Nîqaş û raberizandinên li ser TRT6ê berdewam dikin. Hinek dibên: „TRT6 navê xwedê xweş“. Hinek dibên:“TRT6 rûyê Erdogan reş“. Û Lotikxanecîyên wek min jî dibêjin:“ TRT6, navê xwedê xweş, rûyê dijmin reş“.

    Nizanim tê bîra we yan na. Dibe ku nifşên nû ji kultura şildim-bildima Tirkî hay ji dîroka Kurdî nebin. Lê kesên hay ji dîroka xwe hebin û bi taybet hay ji dîroka berxwedan û tekoşîna başûrê Kurdistanê hebin, wê Radyoya Bexdayê û ya Êrîvanê xweş bê bîra wan.

   Wê xweş bê bîra wan ku weşana van herdu radyoyan çi bandor li pêşdeçûna muzîk û zimanê Kurdî kirine. Herçiqasî Radyoya Bexdayê di bin destê dewleta Iraqê de bû û ji bo ku li dijî şoreşa M. Mistefa Barzanî bê bikaranîn hatibû damezrandin jî  >>>>>

Bajo xalê Hesen bajoooooo!

Abdûllah El Kurdî- 04/01/09- Urdun- Xwedê û pêxember ji xalê me Hesen Bîn Telal razî be. Dibêjin Hesen Bîn Telal, mamê Şahê Urdunê Abdûllah, di televizyona El Cezîre de çend lotikên xweş avêtine û serê Ereban xistiye qûna bavê wan.

   Xalê me Hesen mesele anîye ser pirsgirêke Filistîn û dewletbûna wê û ji Ereban re gotiye:”Min di we kirino, hûn ji Filistînê re dewletbûnê dixwazin lê ji Kurdan re naxwazin ha, ma ev edalet e oxlim” û Ereb paşûpê li kerê siwar kirine. >>>>>

EM DI TRT6’ê DE HEYDER DÜMEN JÎ DIXWAZIN

Metîn Mêrdîn- 03/01/09- Mêrdîn- Bi TRT6’Ê  em  gellekî kêfxweş û serxweş bûn. Çiqasî ne li gorî dilê me be jî, dîsa jî divê em li TRT6’ê xwedî derkevin û daxwaziyên xwe bînin zimên. Kê mikrofon girt û got:

-Aştî, huner, erf û adet, dengbêj, sitran………û….em dixwazin hebin.

    Daxwaziyek me jî ew e ku Jinekolog  xalê Heyder DÜMEN jî bi Kurdî bernameyekê amade bike û ji bo ixtiyarên me jî bi şevê  „tûttî-frûttî“ hebe. >>>>>

 

 

Mêr ketin kewara jin daketin hewara

 

Ehmed Beyan- 02/01/09- Enqere- Belê, TRT 6 ê dest bi weşana lotikên Kurdî kir, baş xerab gavek avêt. Li gora ku min temaşe kir, galaya vekirina TRT 6 ê wek şorba kellê (bê xwê) bû. Çend parlamenter û malbatên wan bi dilekî sar û mirûsekî tirş, wek peykerên kevirî guhdarî dikirin. Ji xwe çepikên wan ne ji dil, wek tembûra bê têl bûn.

   Ya herî xerab û dilxel jî ev bû ku Rojîn xanim bi makyajek ewqasî xerab hatibû seyandin ku te digot qey pîra 60-70 salî ye. Mijankên xwe nîvmetro dirêj kiribû, çavên wê ji ber dirêjîya mijankên taxme nedihatin dîtin, boyaxa serûçavê wê wek herî û çirava binê sola min bû. Rojîna me ji Rojînbûna xwe derketibû û bibû wek “Bûka Baranê”, bi makyaja xwe şil û pil bûbû. >>>>>

Em ji xwe re kûsî lê ji xelkê re masîyan digrin

Kerîmê Midyadî- 31/12/08- Midyadê- Gelo gava meriv izr û lêborîna xwe ji kes, komel yan dezgehekê bixwaze tê çi wateyê kes kare ji min re bêje gelî xwendevanan? Nayê wateya ku meriv sûcdar e û sûcê xwe qebûl dike gelo? Belê. Kesê ne sûcdar û gunehkar be lêborîna xwe ji yê li himberî xwe naxwaze.

    Mesela me li ser rakirina fermana filehan bû (Ermenî û Suryanî). Îro bûye mode. Hinek Kurd qaşo ji bo ku navekî rewşenbîrî yan siyasî bi dû xwe xin û ji xwe re par û çend rayan bistînin, radibin lêborîna xwe ji Ermenî û Suryanîyan dixwazin û Kurdan dikin şirîkê sûcên dewleta Osmanî û hetta raste rast Kurdan dikin canî û qesasên serê filehan. >>>>> 

Farisan tirr ji Ehmedînejad berda

Şirove li we. Herkes li gora dilê xwe şirove bikin ka bê çi jê derdikeve.

Na Sirri Na!! Ne bi vi hawî!

Metîn Mêrdînî- 28/12/08-Mêrdîn- Parlamenterê DTP'e Sirri SAKIK di meclîsa Tirkî de adet û toreyê meclîsa Tirkî bi kar anî, xwe wek boksorekî di rînge de dît û huttukek avêt parlamenterê CHPê.
Le huttuka wî cê xwe zeft nekir û vala çû.

   Em dibêjin me Sirrî ne ji bo şer û ne ji bo kulm,huttuk û lêxistinê
şandiye parlamentoya Tirko.
>>>>>

 

Vîagra tirr ji sofîkan berda

 

Raca Xan- 27/12/08-Afganistan- Ev Amerîkî ewladên zinê ne, bêbavan tiştek nemaye ku nikaribin çareserîyê jê re bibînin. Wek hûn zanin, piştî ku Afganî têr afyon û eroînê dikşînin, wek hespên "Bahman Gobadî" serxweş, dîn û har dibin. Ji ber vê jî Amerîkî nikarin zora wan bibin û li çareserîyên din digerin. Lê di dawîyê de çareserî dîtin. VÎAGRA!

   Dibêjin Amerîkîyan zilamên Afganî hînî hebên Vîagra (hebên lêrabûnê) kirine û qûn li wan qetandine. Afganî îcar di şûna afyonê de Vîagra bikartînin. >>>>>

 

Sol avêtin bû mode

 

Diyar Baban- 27/12/08-Mahabad- Piştî ku rojnamevanê Ereb Muntazir El Zeydî sola xwe avêt serokê Amerîkayê George Bûşh, solavêtin bû mode. Îcar kî ji çi û ji kê aciz be, hew we dît dest bi avêtina solan kir û kela dilê xwe hênik kir.

   Niha jî Îranî ketin nav garana solavêtinê. Îranîyan mitîngeh taybet li dijî George Bûşh lidarxistin û solên xwe avêtin wêneyên Bûşh. Ev mitîng wek “piştgirîya bi Muntazir El Zeydî” hat nirxandin. Lê fitne û fesadên Tehranê dibêjin: >>>>>

Kurdbûn ji hinekan re şeref û ji hinekan re bêşerefî ye

Abdullah El Kurdî- 26/12/08-Libnan- Kurdbûn û barê Kurdayetîyê ne karê her kurê bava ye. Hinek hene bi Kurdbûna xwe serbilind in, pê şerefek mezin dibînin û Kurdayetî ji bo wan payebilindîyek mezin e.

   Lê hinek jî hene erê Kurd in, lê Kurdbûn û Kurdayetî ji wan re wek pîvazek xerabe ye, bîhna gennî jê tê û ji Kurdbûna xwe şerm dikin. Yan jî, mejiyê wan bi ramanên enternasyonalîzma vala dagirtî ye û qaşo Kurdayetîyê li ber biratîya gel û hevkarîya milletan de wek astengek netewperestî û kevneperestî dibînin. >>>>>

ÇEND QEŞMERÎ JI ROJEVÊ

F.Devliken-25/12/08-Mêrdîn- Bi elawekîl civaka Tirko dîsa serobin bû. Rojnamevan û nivîskar Can Dundar, li ser bêjîyê Selanîkê dokumanterek çêkir û navê vê dokumanterê jî kir Mistefa.

   Bi derketina dokumantera Mistefa re, ji her serîyekî dengek û her ji dengekî jî gazin û nerazîbûnek bilind bû...

   Hinekan go çima navê vê dokumanterê Mistefa danîye? (Erê yaw! Brêz Cano, te gelekî şerm kirîye. Bi qurbana navê Mistefa be. Kî bîra mere navê pexemberekî li vî bêjîyê heram bike) >>>>>

Diyalogê Lalan

Hesê Belê- 25/12/08-Amed-Mi şima rê meselaya Hecî Mistefayî û çaroxanê ey vate. Hecîyê ma, semedo ke lal o, zaf çîyê bînî zî amey ey sereyî ser de.

Ez o yew meselaya ey a bîne zî behs biko.

Hecîyê ma rocêk kewno rayîr, peyatî şino Hêni. Rayîrî ser o raştê yew merdimî beno û vano:

- Sssselamuneleykum! 

Çî rê o merdim zî lal nêbeno. O zî vano:

- Eeeeleykumselam! >>>>>

Evînxanê dîsa dest bi lotikan kir

24/12/08-Evînxane.com ê piştî demek dirêj dîsa dest bi lotikan kir.

www.evinxane.com

Bajo Mamo bajoooooooo....

 

Em tasa vala li tasa tije dixin

Ehmed Beyan- 23/12/08-Enqere- Xwedêteala gotiye „Tifaq ez li ser rizaq“. Yanî, bi tifaq bin, ez bi we re me. Me Kurdan ji bêtifaqî û şerê navxweyî winda kiriye.

    Heger di dîrokê de Kurd bibûna yek, wê niha halê me ne ev hal ba û emê ne pîkolên Tirk, Ereb û Eceman bûna. Lê mixabin, bav û kalên me jiyana xwe bi şerê birakujî û berberîya hev derbas kirin. Û em zarok û torinên wan jî wan dişopînin, şerê hev dikin û dikin û nakin nikarin bibin yek.

   Hûn dev ji yekîtîyê jî berdin, tew em nikarin li ser maseyekê bi hevre rûnin, çayekê bi hevre vexwin û bi çavê dijminane li hev dinerin. Bi taybet li bakurê Kurdistanê bi salane ev nexweşî didome û bûye wek kansêrê, laş û bedena me ji hev dijene.

    Welhasil, mesela me li ser Partîya Civaka Demokratîk DTP û helwesta partî û dezgehên din bû. >>>>>

Almanya Lotikek li Tirkan xist

Tacdîn Baran- 22/12/08- Almanya-Wek hûn zanin, dewleta Almanya, Awistirya û Swîsre dixwestin kredîyek nêzîkî milyarek euro bidin Tirkiyê ji bo ku li Hesenkêfê Bendava Ilisûyê çêkin. Helbet bi çêkirina bendavê (barajê) wê Hesenkêf û gundên derûdora wê di bin avê de bimana û ji dîrokê winda bibûna. Ji xwe armancek ji çêkirina vê bendavê jî windakirin û tunekirina Hesenkêf û dîroka Kurdistanê bû.

    Dewleta Tirko naxwaze tu berhem û delîlên ku dîroka Kurdan piştrast dike li ser ruyê erdê bihêle. Ji ber vê jî Tirkan xwest bi tunekirina Hesenkêfê dest bi qetlîama dîroka Kurdan bikin û bi bahaneya avakirina bendava Ilisûyê milyarek euro kredî ji dewletên Ewrûpî bistînin. >>>>>

Kes nabê dewê min tirş e

Gerîllayê Bênav- 20/12/08- Mexmûr- Ji berê de dibêjin „Kes nabê dewê min tirş e“.Herkes xwe rast dibîne û dixwaze kesên ji derveyî xwe gunehbar bike.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin mêrê du jinan Osmanê me di rojnama Tirk „Bûgun“ê de gotiye:“Yaw qerdeşim, Cemîl Bayik hat girtin û di 24 seetan de hat berdan. Mûstafa Karasû berî cezê xwe temam bike, sê salan zûtir hat berdan û hat nehat ket nav PKK. Ji xwe Selîm Çurukkaya, brayê wî Seîd Çurukkaya û ew Şemo heye ya, ewê tilîjêkirî lo, Şemdîn Sakik ha, ev tev Ergenekona nava PKK bûn“ û telaqên xwe davêje. >>>>>

Heçê bixwaze lêdanê bixwe, bila li nasnama polîsên virqo bipirse

Firildeq Elî- 19/12/08-Stenbol- Polîsên Tirk wek zebanîyên devê deryê cehnemê ne. Di eslê xwe de qûnekan newêrek û tirsonek in. Lê gava nasnama polîstîyê dixin bêrîka xwe, xwe wek Ristemê Zal dibînin û li wan radibe.

   Polîsên Tirk di van demên dawîyê de qûn li xelkê qetandiye û namûsa xelkê anîye pênc qirûşên xerabe. Hema çi kesê ku bêje „Ka nasnama xwe derxe bê birastî tu polîsi yan na“ dêya wî tê gan û dikeve ber sikrata mirinê.

   Îcar Midurê Emniyeta Stenbolê Celalettîn Cerrah ê simbêlhej çi bêje başe? Şîretan li xelkê dike û dibê:“Li nasnama polîsan bipirsin, netirsin“ filan û fîstan. >>>>>

"Be Coca-Cola jiyanit xoş debêt..."

 Bênav-19/12/08-Silêmanî- Eman gidî, goyê Turkan pê nebe, Coca-Cola bi zimanî Kurdî derket.

    Heyhooo birayno, xuşkino û lotikvanino! Çavê we ronî. Coca-Cola êdî bi zimanê Kurdî ye.

   Eva demeke li bazara başûrê Kurdîstanê, qûtiyên Coca-Colayê ku li serwan bi Kurdî nivsandîye belav bûne. Li ser qûtiyên Coca-Cola bi Kurdiya zaravê Soranî û pîtên Erebî evana hatine nivisandin. "Koka-Kola nîşaney bazirganî (Tescîllî Marka)" û tiştên ku di nav qola (kola) de hene hatiye nivîsandin. >>>>>

FETHULLAH GULEN Û STRATEJÎYA WÎ

SEÎDÊ SÎSÎ-18/12/08-Fethullah Gulen Erzerûmî ye. Ew xwe yek ji telebeyên Mela Seîdê Meşhûr (Kurdî=Bedîuzzeman) dihesibîne. Lê ew bi xwe bi resen û regesê xwe ve, mixabin ku Kurd e! Stratejîya wî versîyonek ji îdeolojîya Zîya Gokalp e û Turancîtî ye.

   Fethullah Gulen merivek ne tenê ye. Ew nimîner û endamê komel û rêxistin; çalakî û îdeolojî; sîyaset û dîplomasîyên herî kevin e. Werin em hinek hûrgilî li ser vê mijarê rawestin: >>>>>

EREQ DER

B.Ronahî-18/12/08- Di dema 1980 an de diktatorîya faşo li Tirkîyê mîrîtî  xist destê xwe.

   Wek hemi bajarên Kurdistana bakur, li Cûlemêrgê jî hemi xortan digirin û di bin êşkencan re derbas dikin.

Lê xort di ser wî halê xwe de jî moralê xwe xurab nakin. Henek û tiranên xwe hem li hevdû hem jî li kirinên  dewletê dikirin.  Kek Ûbeyit  Boraq. >>>>>

Li Hewlêrê conegayekî tirr ji 4 kesan berda

Hecî Cimo-16/12/08-Hewlêr-Law li Kurdistana me ya başûr bela û xezebên Xwedê qet kêm nabin.Ez bawer nakim ku li Spanyayê jî di festîvalên her salê yên conegayan de zîtirkên wiha bên avêtin.

   Li Hewlêra me ya ku dibêjin emê wek Dubaiyekî din di bazarên cîhanê de bidin ber lotikan, zirzir û gepirstûrên me yên simbêl boyax, conegayekî tirr ji 4 kesan berda.>>>>>

Bûşh û sola gennî

>>>>>

Gunikreşê me dîsa berê xwe da zindanê

Ismetê Qersî- 15/12/08-Qers- Gunikreşê Kurd Mehmûd Alinak, dîsa 4 meh û 5 roj cezê hepsê xwar û wek mêran berê xwe da zindanê. Bi ser ku dadgehê ew ceze qulipand peran jî, Mehmûdê me got.“Tiiirrrrr li bin qûna we, ez peran nadim û ezê wek mêran cezê xwe bikşînim“.

   Mehmûdê me li devê derîyê hepsê destkelemçekirî axavtinek kir û got:“Bi telaq we pê girt. Madem azadî bê bedel nabe, ezê bi serbilindî bedelê bidim, Wê ev kelemçe ji min re wek madalya şerefê be. Ez qirûşekî xerabe tenê jî nadim dewleta virqo“ filan û bêvan.

   Welhasil, aha Kurdên gunikreş wek Mehmûdê me ne. Ciwamêr wek mêran dikeve zindanê û bedelê azadîyê dide. Ma wek hinekên ku ji tirsa nizam çiyê xwe dikin Tirk û ji dewletê re dest datînin ser hev!

   Wey ez gunikê te bixwim Mehmûd Alinak, bi namûs tu kurê bavê xweyî û tu sax!

Ehmedê me lotikek Kurdistanî avêt

Şîndar Berwarî- 14/12/08-Duhok- Şandeya DTP û serokê wê Ehmed Tirk lotikek xweş avêt û dilê me xweş kir. Di serdana gora serokê nemir Mistefa Barzanî de Ehmed Tirk axavtinek Kurdewarî kir û rêzek mezin ji Mistefa Barzanî re girt.

   Ehmed Tirk di axavtina xwe de got:Barzaniyê nemir li herçar parçeyan sembola xebata neteweyî ya miletê Kurd e. Serokê nemir û hêja ji bo azadî û rizgariya Kurdan jiyanek zehmet derbas kir. Wek em zanin ew kesê ku ji bo gelê xwe xebatê bike, gelê Kurd bêguman wî ji bîr nake. Îro serokê nemir ne yê başûr tenê ye, yê bakur e, yê rojhilat û başûrê biçûk e jî. >>>>>

Bajon oxlim, heta em Kurd ev xwelîliser bin, hûnê hê gellek caran bidin bin dûvê me

Cemîl Cewher- 13/12/08-Hewlêr- Belê, ji hilbijartinên bajaran re mehek mabû û tofana Tirkan dîsa li Kerkûkê rabû. Bala xwe bidinê, çi dema ku di derbarê Kerkûkê de biryarek bê girtin yan tiştek çêbibe, hew we dît teqandinek çêbû. Ê helbet Kurd jî ewqasî çavtirsandî û bêzirav bûne ku, tawîz li ser tawîzan didin Tirkan û hikûmeta Malikî û bi navê birayetîya Kurd û Ereban malikê li xwe dibin mîratê.

    Ma Kurdekan nizanin ku dewleta Tirk koremar e, dijminê herî xedar e û ji wan bê wê Kurdan di firrek av de bixeniqînin? Belê. Ma Kurdekan nizanin ku “Nan û avê Tirkan li ser kaba wan e, bêbext û nankor in” û ewê di fersenda herî piçûk de jî tirrê ji wan berdin? Belê. >>>>>

Durûtîya çepên Tirk

Ehmed Nîjadperest- 12/12/08-Kurdistan-  Ez bi xwe bawer nakim ku ji çepên Tirkan zêdetir durû û oportonîst hebin.   

   Bêbavan gava mesele dibe „Kurd“ weke ku ji devê bikevin, his û deng ji wan nayê. Ku xortek li Yewnanistanê tê kujtin, dibin qehreman, xwedî lê derdikevin û dizirrin. Çima? Ji bo ku Yewnanistan zêdetir tevlihev bibe, aborîya wê zêdetir têk biçe û kêfa dewleta Tirk bê.>>>>>

Bi kerekî re bizewicin û bi Erebekî re nezewicin

Abdullah El Kurdî- 11/12/08-Cidde- Li cem van Erebên qûnbigû qîmetê jinê wek pîvazek xerabe ye. Çawa be petrola wan pir e, zikê wan mezin e û hema bêjin karin her roj jinekê bînin û yekê berdin. Ji xwe dibêjin bêrîkên wan tije kevir û zuxur in. Hema go ji jina xwe aciz bûn, sê telaqên wê dixin destên wê û berê wê didin malbavana.

   Xanima ji Fasê Rajaa Hoûlla a 29 salî piştî vegerîya mala xwe a li bajarê Ciddê, polîsan girt ser malê û jê re gotin:“De zû bicehime, mêrê te te berdaye“. 

   Rebenê behitî ma, hêsrên xwe barandin û got:“Kengî mêrê min ez berdame? Haya min jê tune, ma berdan wilo rehete qûnekno“ û bersiva polîsan da. Lêhasil gihabû Mûsilê û yekî polîs jê re got. >>>>>

Ji pitepita jinê xelas bû

Çang Çîng Çong- 11/12/08-Kanada- Hinek kes hene xwedê bi elba mezin bi ser wan de dibarîne û wan di nav xiyar û bacanan de dihêle. Lê hinek jî qismet û nesîbê wan kêm e, dikin û nakin nikarin biserkevin û bigihên miradê xwe.

   Dibêjin zanyarê Japonî Le Trung ê 33 salî, kiriye û nekiriye jinek li gora xwe nedîtiye û rojên xwe bi „bixwexweşanînê“ derbas kiriye. Piştî ku dîtiye êdî bê jin nabe û jinên li gora serê wî tunene, rabûye lotikek robotkî avêtiye û ji derdê jinan xelas bûye.

   Li gora ku rojnama Daîly Maîl dibêje >>>>>

Vê fersendê nerevînin

09/12/08-Çi kesê ku wek vê xanima xweşik xwe li hev bipêçe, bêyî ku tirr û fissan bike û hestîyên xwe bişkîne, emê wek xelat 3 elok, 3 mirîşk, dîkek û kîlok savar bidinê. Tenekek rûnê malê jî li ser.

   De yellaaaa, vê fersendê nerevînin û dest bi akrobatî û

pêlewanîyê bikin.

   Lê ku hestîyên we şikestin û xanîyê we ji ber dengê tirrên we bi hewa ket, em ne mesûl in.

   De qewet be ji we re û serketin....

 

 

 

 

Ji bo bîranîna Hrant Dînk

Wêne Gurgîn Bakircioglû

Di şertên îro de TRT 6 ne ji xêrê re ye

Derwêş  M. FERHO-05/01/09-

 

E