Li ser bextê fitne û fesadên Alman û Tirkan be, dibên li bajarê Donauschingenê yekî Tirk bi navê „Cîhad“ çûye textorê diranan û xwestiye diranê xwe yê kurmî dagre yan jî bide ki?andin. Lê belê gava textor dîtiye ku navê wî „Cîhad“ e û bêhna terorê ji navê wî tê, lotikek beîman avêtiye yê Tirk û tirr jê berdaye.
Dibêjin textor beg gotiye: „Cîhad ha! Hûn di welatê me de dijîn, hûn nanê me dixwin, ava me vedixwin û hê jî qîma we nayê hûn bi çavên kafira li me dinerin û hûn dixwazin qetla me helal bikin newilo? De here biqe?ite ji vir, qûndeeeee“ û ew ji ciyê xwe qewitandiye.
Birastî meriv tu ti?tekî ji van sofîk mofîkên ku bi navê misilmantîyê li Ewrûpayê dijîn fahm nake lo. Mêrikan ji sosyalê peran distînin ne heram e, bi bac û zikata karkirên Alman zikê xwe dinepixînin ne heram e, bazdidin ser jinên Ewrûpîya ne heram e, lê dîsa jî Ewrûpî di çavên wan de her kafir in û qetla wan helal dihesibînin.
Ê law oxlim, madem hûn bi nan û ava kafiran têr dixwin û zik li xwe dikin me?k, çi î? û karê we li welatê kafiran heye yabo? Ê herin Siûdî Erebistanê yan Sûdan û Somalîya qarda?im, wey! Naaaaa, narin. Çima narin? Ma karin li Sûdan û Somalîya têr go?tê mirî?kan bixwin canim, ma wê sosyala Siûdî û Somalîya peran bide wan? Bi namûs wê dara têxin qûna wan ellawekîl.
06.02.2010
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe