Niha min xeberek di Pukmedia de xwend, dibêjin vê sibehê teqînek di fabriqa hesin ya Hewlêrê de çêbûye, 5 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne. Sedema teqînê jî, li gor xeberê ew e, dema cihêkirina hesinên ku ji ba?ûrê Îraqê tînin fabrîqê, bombek di nav de teqiyaye û ev ecêb bi serê kakacanan de aniye.
Welleh, billeh, tilleh we Kurdistan kiriye „Chernobyl“ kaka! Hesinê wan tank, top û çekên ku hemî jahr û ûranyom e. Ji ba?ûrê Iraqê tînin û li Kurdistanê dikin hesinê xaniyan û difro?in xelkê. Tenê xwedê dizane bê çiqas tî?tên ûranyomî di nav mal û xaniyên xelkê de heye! Ji ber vê jî tu dinêrî bê çiqas nexwe?îya pence?êrê li Kurdistanê belav bûye û tirrên xelkê kirine fis û malik li wan viritandiye!
Di 2004 an de, pi?tî rûxandina rejîma wî kûçikbavê Seddam, hey min di tirbê de mîzto, ewqas hesinê tank û topan dihat Kurdistanê, îca yê ku li vir dima û yê ku bi dizî diçû Îranê. Hin xêrxwazan, wê demê têstek li ser wan hesinan çêkirin da bibînin ka çiqas ûranyom di nav wan de heye.
Têst li navçeya pî?esaziya Silêmanîyê û li ser sînorê Îranê hatibû çêkirin. Yên ku têst çêkiribûn dibêjin: Dema me cîhazê dîtina ûranyom nêzîkî wî hesinî dikir, derzîya cîhazê me ta dawî lêdixist. Me raportek amade kir û da berpirsan, lê ji me re gotin ku êdî nabe em behsa vê problemê bikin ji ber wê Emerîka ji me aciz bibe û raporta me ket bin maseyan, fetisî!
De îca werin û xwelîya heft gund û bajaran bi ser serên xwe de nebarînin! Welle we Kurdistan kir Chernobyl û we ji bo çend qirû?an qû? li xelkê qetand!
Kurdistan
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda