Li hêla Kurdên me yê Qonyayê, gelek serpêhatîyên sosret qewimîne, yek ji wan jî mesela ?ivan Oskê ye.
Bi dahol û zirne, gundî daweta Oskê dikin. Li gorî kevne?opîyê bi civakî savar (nanê dawetê ) tê xwarin. Civak ber bi êvarê savarê dixwe, wê êdî zava ber bi bûkê bi rê kin. Lê zava Oskê windaye, digerin nabînin.
Pa?ê yek dibêje “ Kuro wa ye Oskê di axur de bi tenê rûni?tî ye “ Diçin ba Oskê dibên: “ De rabe biçe ba bûkê, Xwedê miradê we bike “.
Oskê dibê “ Wele ez naçim, qe xwe aciz nekin “. Civak pir li ber digere lê kêr nake.
Radibin gazî bavê Oskê dikin, dibêjin “ Ka were Oskê çima wiha dike ?erm e, ku bûkê nexwaze wê ti?tên xerab çêbe; tu bîne rê…” filan û bêvan.
Bavê Oskê dibê: “ Kurê min rabe biçe ba bûkê, me rezîl neke, kuro çi bûye bi te wîîî! “ û li ber Oskê digere.
Oskê bi hêrs dibê: “ Bavo ez naçim dev ji min berde, ez xeyidî me. “
Bavê wî cardin dibê: “ Rabe kurê min here bikeve gerdegê, ?erm e, biner civak hemi li benda me ye “.
Oskê dibê: “ Bavo ez ji sibe de birçî me, kê savar xwariye bila ew biçe; ez naçim “.
Werhasil…
Hinek Kurdên me yên qirase jî destê wan di nava rûn de ye, li kêfa xwe ne, gava ti?tek diqewime xwe vedi?êrin û dibên: “ De rabin biçin kolanan dirû?man bavêjin, bi?ewitînin , molotof bikin, bikujin ma hûn çima rûni?tine law “ filan û fistan..
Rêwîyê Kal jî dibê: “ Kî go?tê elokan dixwe û ji Tirkan re destbirakîyê dike, bila ew biçin. Bi sed cizû û mishef ez naçim, hûn me dikin dafikê , bes e êdi me nedin ku?tin qurban, wey!“
De hûn zanin babammmm, diçin an naçin ji min ra çi lo…
Kurdistan
Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ
MIJAR: HEVKARÎ, TIFAQ Û YEKITÎ (2)
Ken ji dilê geş tê, baran ji ewrê reş tê