Pîrkemal
Ev 35 sal in ez KOMKARê nas dikim, min nedîtiye ku rojek ji rojên xwedê kesek dawetî xwarina taştê kiribin. Ev 35 sal in ez PSK nas dikim, dîsa min nedîtiye ku rojek ji rojên xwedê kesek dawetî xwarina taştê kiribin.
Law gurek li ku miribû oxlim?
Xwarina taştê ji ku û çima hat bîra we babam?
Axir…
Berî çend rojan emaîlek ji alîyê KOMKARê ji min re hat û tê de nivîsandibû: „Dostên hêja, roja Yekşemê em dixwazin li komelê taştêyekê bi hev re bixwin“.
Allah allaaahhh!
Law KOMKAR û taştê?
Werhasil, roja Yekşemê hat û berî nîvro min berê xwe da KOMKARê. Bi rê de min cigare li ser cigarê pêdixist, min kezeba xwe reş dikir û dîsa ji xwe dipirsî: „Yahewlelwelaa, qiwetilleh billehil ezîm, law KOMKARê tucarî en dawetî taştê nekirine bavo, ev objektîf taştê ye, yan sûnjektîf taştê ye?“ û diponijîm. Heta ez hatim ber komelê min nîv pakêt cigare kişand û kezeb li min peritî wesselam…
Axir…
Min dî xalê me Beko û çend „Tûncelîlî“, yanî Dêrsimî rûniştine û ketine galegala siyasetê, Alewîtî, Îslam û mesela Kurdistanê. Hew min dît wa Axayê Eşîreta Bûbilanya xalê me Yasîn Kut jî ket hundir. Piştî mêvanên taştê zêde bûn, em jî rabûn derbasî mêvanxanê bûn û ez li kêlekan axayê xwe Yasîn Kut rûniştim. Ew axa û ez axa! Ew axayê eşîreta Bûbilanîyan, û ez axayê eşîreta Lotikxanê. Piştî demek kurt, min dît hayhooooo, hêwan tije axa û girgirek bûn û serê wan li bin guhê hev ket. Axayên axe, axayên siyasî, axayên herêmî, axayên sererd û binerd, axayên partî û rêxistinan û çend himal, kedkar û xizmetkarên doza Kurd jî ketin hindur. Û tew ji xwe civat bê axayên Stilîlîyan qet ne xweş e. Taştêya bê Stilîlîyan ne tê xwarin û ne jî tam têde heye. Axa û nûnerên Stilîlê Bedirxan û Lezgîn jî kabê xwe avêtibûn nav kabên ciwamêran.
Ez serê we neêşînim, piştî xoş û bêş û galegalê, rabûn em ketin dora tenûrê. Yanî em ketin dora xwarina taştê. Ji ber xwarin li ser masê hatibû rêzkirin, em jî wek wan jinên Bûbilanî û Stilîlî ketin dora tenûrê û herkesî sênîka xwe dagirt. Nan, zeytûn, bacan, xiyar (çi fêde ne xiyar û bacanên Stîlîlê bûn), penêr û şorba nîskê.
Şorba nîskê kuro, hûn namînin ecêbmayî!
Yanî ewqas heyecan û kelecana me ji bo xwarina şorba nîskê bû?
Tew ji xwe axayê Bûbilanîyan ji rêyek dûr hatibû. Rebeno ji bo bigihê ser xwarina taştê, hew nemabû ku di otobanê de trimbêla xwe teqlo meqlo bike allahwekîl.
Û rebeno hat û çi bibîne, taştê şorba nîskê ye.
KOMKAR û şorba nîskê bide me ha!
Kuro oxlim, ma ewqas axa û ziraxayên jixwerazî ji bo şorba nîskê hatibûn?
Law em ji ber şorba nîskê ji Kurdistanê reviyan, ma em li Ewrûpayê jî bibin şorbecî babam?
Me digot qey wê KOMKAR xawyar, hêkên kelandî û qelandî, goştê masîyan, mastê qeymaxî, nivîşkê malê, kizirkên ji dûvê berana û nanê tenûrê bide mêvanên xwe, me nizanîbû dîsa emê firrînîyê ji şorba nîskê bînin bavo..
Werhasilî kelam, henek û menek li alîyekî, lê xuyaye KOMKARa me hinekî medenî û şareza bûye, Ewrûpî bûye û êdî bîra dinyayê û dostên xwe dibe. Îro bi taştêya şorba nîskê dest bi şoreşê kir, bi xêr û selamet sibê jî wê bi firavîn û şîvê agirê şoreşê gurtir bibe înşallah.
Îcar tembîya min li we be gelî lotikvanan. Heke hûn birçî bibin yan we taştê nexwaribe, yekser berê xwe bidin KOMKARê. Hem şorba nîskê bixwin, hem çay û qehwa xwe vexwin û hem jî têra xwe siyasetê bikin. Hem zikê xwe, hem mejîyê xwe têr bikin.
Û ji bîr nekin haaaaa, eman eman!
Piştî we zik û mejîyê xwe têr kir, wek mêran destê xwe bavêjin bêrîka xwe û alîkarîya KOMKARê jî bikin û hûn sax…
Bayramê me xwe ji şerê dîplomasîyê re amade kir
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê