Belê, Serokê KCK xalê we Cemîl Bayik ji Ajansa ANF re çend lotik avêtin, rast got û xweş got.
Li ser bext û wîjdanê fitne û fesadên Ajansa ANF be, dibêjin xalê we Cemîl bayik gotiye: „We go PDK? Tew tew tew, kuro PDK ne li bakur û ne jî li rojava nikare bibe alternatîf babam, ma îşê zarokan e qardaşim“ filan û fîstan.
Çi gotinek rast û xweş ne wilo?
Ma go PDK -I (PDK-Başûrekanim) xwestiba û birastî jî li ser şopa rêbaza Barzanîyê nemir bimeşîya, wê îro Kurdên parçeyên din ketibûna vî halî?
Bi sê telaqên jinberdanê, xalê me Cemîl Bayik rast gotiye û xweş gotiye.
Partî yan jî rêxistina ku bêje „Ez li ser rêbaza Barzanîyê nemir dimeşim“ û bernameyek Kurdistanî nede ber xwe, nikare li parçeyên din bibe alternatîf û bi ser bikeve. Ma derew e?
Û birastî lo, gelo çi bernameyek siyasî ya PDK Başûr ji bo parçeyên din heye?
Çi hesabên wê yên siyasî ji bo Kurdên parçeyên din hene?
Ma ne PDK-I PKK kir PKK, cîh, meqer, çek û sîleh dayê û ew heta bi îro anî?
Heke plan û projeyên wê ji bo Kurdên bakur, rojava û rojhilat hebûna, ma wê Kurdên bakur, rojava û rojhilat heta îro bê alternatîf bimana?
Na na kaka, Cemîlê me rast dibêje û xweş dibêje.
Siyaseta PDK-Başûrekanim ev e:
Hindik û rindik!
Bela piçûk be, lê bela ji min re be!
Zikê min têr e, zikê Kurdên din birçî be ji xirrê min ve!
Kurdistana mezin û gewre Kurdistana Iraq e!
Di nexşe û xerîteyên xwe de Kurdistana gewre nîşan didin, lê di emel û pratîka xwe de tu plan û projeyên wan ji bo Kurdistana mezin û gewre tune!
Axir û werhasilî kelam, Cemîl Bayik rast gotiye û xweş gotiye.
Heta PDK-I, ango Partî Demokratî Kurdistanî Iraq û Barzanî di siyaseta bakur, rojava û rojhilat de bê plan û proje bin, heta siyasetek Kurdistanî nemeşînin û armanca Kurdistana mezin nedin ber xwe, wê kesên mîna Cemîl Bayik jî wan bidin ber lotik û zîtirkan û mîrkutan li nav serê wan bidin û hûn sax.
Hewlêr
GOTINEKI BAWU QALA HEYE DIGOTU YEK DI GUNDE NAWEXWE NE BU CO RIT QANIYA GUNDE EV BU MESELA PDK BAKUR HELWESTEKI WILO SER NAKEVE U TENE BELAWBUNE CEDIKE BIJI HEREKETA APOCUYA BAKUR BASUR ROJHILAT APO SEROK’KE WELAT