Çapemenî ji çapemenîya dewleta Tirko bêbavtir tune. Karin kêçekê bikin deve û devê jî bikin kêç. Xwedênehi?ta kevirê Kurdan li ser hev nakin û ji Beko Ewan zêdetir dek û dolaban digerînin.
Mesela me li ser hevdîtina A.Ocalan û gotinên wî bû.
Ba?qan Ocalan, di vê hevdîtina dawîyê de ji parêzerên xwe xwestiye ku “belgefîlmek” li ser jiyana wî bê çêkirin. Xwestiye ku parêzer rojnamevan û sînemagêr biçin gundê wî Omerlî-Xalfetî, lêkolînek berfireh li ser jiyana wî bikin û jiyana wî bikin wek fîlm. Xwestiye ku di vê derbarê de dereng neyê man û di demek kurt de belgefîlmê jiyana wî bik?înin da ku dîrok û ar?îva wî winda nebe. Xwestiye ku rojnamevan, sînemagêr, nivîskar, rew?enbîr û edebîyatzan serê xwe bi jiyana wî re bê?înin û jiyana wî ji bo wan berhemek pir dewlemend e.
Welhasilî kelam, îcar niha ev xwesteka wî di devê çapemenîya Tirko de bûye qajik û benî?t, pê ha ha dikin qirçe qirç û dibêjin: „Heheyyyy, niha jî dixwaze bibe artîstê sînemayê lan“ û di bin simbêlan re dibe?hi?in, dikenin.
Hey xwedê nehi?tino, hûn belgefîlman li ser Atavirqo çêdikin ne eyb û ?erm e, hûn belgefîlmên siyasetmedarên xwe çêdikin ne qebhet e, ma belgefîlmek li ser jiyana Ocalan bê çêkirin pir e oxlim? Bihêlin berî mrinekê bela belgefîlmê wî jî bê ki?andin babam, ma ba?qanê me ji Ey?ika Ereb e qurban, waweylê!
Axir canim, dibêjin “Devê xelkê ne doxîna meriv e ku meriv karibe bigre”. Îcar devê çapemenîya Tirko jî çarox û lastîk e, ha vedizile û ha vedizile. Ne tê girtin û ne jî tê dirûtin.
Îcar rojnamevanino, sînemagêrno, rew?enbîr û edebîyatzanino!
Law dereng nemînin heyran. Dereng nemînin û belgefîlmê ba?qan Ocalan bik?înin cîgerim.
Ez bi xwe li gel ki?andina belgefîlmê wî me.
Lê hûn?
Ruha
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin