Demek berê di demsala zivistanê de li gundan gundîyan bi lîztina xumara gûzan ?evên dirêj derbas dikirin.
Mîrata xumarê jî ti?tek wisa pîs e, mirov çiqas windake, ji merû here, ewqas lê sor dibe. Bi kapikên pez xumar dilîztin, kaxizê fantî jî wê demê tunebûn . Êvarê dest bi xumara gûzan kirin. Berê bi heban lîztin, pa?ê bi tenekan. Ew jî nebû îcar bi çewalan lîztin.
Feyad li ser hev winda kir, çiqas jê birin ew ewqas lê sor bû. Werhasil, li ser kulav rûni?tîbûn. Xumara wan 2 roj û du ?evan dom kir. Filîto, Ebas û Zahiro hemû gûzên Feyad jê birin.
Feyad dest vala rabû çû mala xwe. Li malê inte inta Feyad e.
Jina wî Gozê got: “ Feyad te xêr e? Tu çima dikî inte int, qey tu nexwe?î?” Feyad du roj bûn ji ser xumarê ranebibû, zik lê werimî bû ji ber gîr (qabiz) bûnê.
Feyad ji Gozê re got: “ Keçê ezê biteqim, ka ti?tekî bike, gûyê min nayê ! “
Gozê jê re got: “ Ka xwe tazîke ez mêzekim hela çawa dibe”.
Gozê wexta lê mêze kir çi bibîne, wek kevir hi?k e. Ecêpmayî ma û got: “ Pepûko, waye gûyê qûna te bûne wek gûzan, ev çi hal e kuro?”
Bi bizmarekî mezin, zengarî pê de ket, Feyad ji vî derdî xilas kir werhasil.
Îcar hinek ewareyên Kurdan jî zik li wan werimîye, nepixîne, gûyê qûna wan bi bizmaran jî dernakeve, rabûne gefan li me dixwin !
Hûn ba? bizanibin Kurd gava li we werin xezebê, hûnê ji tirsa ?otikî bin. Sînorê xwe bizanibin law, kes ne golikê bavê we ye. Bi rêz û bi edeb bin ku gel we biparêze. An hûnê wek berfê li ber lehîya hêrsa Kurdan bihelin ellawekîl…
Kurdistan
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe