Li bakurê Kurdistanê û heta li gelek bajarên Tirkiyeyê, bêîtaetiya kurdan a sivîl berdewam e. Lê ev bêîtaetî wê çawa bi encam bibe hê ne diyar e. Ti?tê diyar ew e ku, êdî kurdên bakur li hember dewletê cira xwe her ku diçe hê nexwe?tir dikin û dixwazin ji bo maf û azadiyan dengê xwe bilindtir bikin.
Ciherengî û curbecuriya çalakiyên bêîtaetiya sivîl, îdeolijiya fermî ya dewleta tirk xistiye bin xetereyek mezin, berdevk û parêzvanên wê jî wek mirî?ka gêj hew zanin çi bikin. Tenê ti?tê ji wan tê bi hêzên xwe yên polîs û le?ker helwestên êrî?karî pêk bînin û niha di van çalakiyên sivîl de, ew jî zêde pere nake.
Kurdên me yên bêîtaet, pi?tî vekirina konên çareseriya demokratîk û çalakiyên rûni?tinê, çalakiya nimêjê li dar xistin. Ji ber ku em dibêjin, ‘Çalakiya Nimêjê’ bila ji kerema xwe vê carê ji bo xatirê kurdên belengaz ku, heta niha bi nîmêj û baweriya olî hatine bêhi?kirin, mela û seydayên me nexeyîdin. Lê îro li gelek deveran, wek bêîtaetiya sivîl bi awayekî girseyî kurdan nimêja xwe ya înê bi cemaet û xûtbeyên kurdî kir.
Em jî wek lotikvanên kurd, van xûtbeyên kurdî û ‘Çalakiya Nimêjê’ biborin îbadeta nimêjê pîroz dikin û hêvîdarin li bin qûba asîman bi awayekî azad û serfiraz bawermendên kurd wezîfeya xwe ya îbadetê pêk bînin.
T?tek zor xirape nivêj . mejiyê mirovan tevlîhev dike. Geloo xiwe li nivêjê bidin alî . wê we bke tîrorîst . melayan malla xelkî xera kir …..
Heta ku em limêjê nexin nava çalakî yên xwe em nikarin Kurdistan ji dûgela tirk xelaz bikin heval.
Xwedê dizanê ji bo navbendek xistina nava ol û çalakî me çikas wext wunda kir.
Gere em ticar gelê xwe wek oldar, sosyalîst, kominîst, êzidî, elewî, ?afî, ?iî,… hwd ji hev neqetînin.
sipas…