Mihemed, xwedêgiravî yek ji wan mezin û axa bû, ku ji serxetê daketibû binxetê û li bajarê Qami?lo bi cih bûbû. Îcar carekê dema ji serdaneke xwe ji serxetê vedigere malê, dost, heval û cînar diçin bixêrhatina wî dikin.
Icar çend jinek bi hevre diçin ku bixêrhatina wî bikin, yek ji wan ji bilî hemîyan daxêve: “Law Mihemed, em bê tu bi xêr hatî, ji xwe tu bi xêr hatîyî, em bê tu ba?î, tu her ba?î, em bê xwedê îmanê bi te te, ji xwe îmana te zêde ye…!” Jinikê çiqas xwest bixêrhatinek germ lê bike, lê kela dilê wê bi van gotinan hênik nebû û yanî qa?o xwest qedr û rûmetekî zêde bidê, li dawîyê gotê: “Law Mihemed, hema tu di me hemiyan nî û hew!”
Ev mesele hate bîra min, dema min dît serokê Sûriyê Be?ar kete hindurê perlemana Sûriyê û bi ewqas çepik û diru?m pê?wazî lê hate kirin û bi taybetî dema yek ji wan minafiqan rabû û gotê: “Serokê min, tenê serokatiya welatên Ereban ne besî te ye, gerek tu serokatiya hemî dinyayê bikî”.
Ê oxlim! Hema te jî wek jinika Qami?lokê jê re bigota: “Serokê min, hema tu di me hemiyan nî û hew” ma wê ne ba?tirba hey mûnafiq!
De were û kirasê xwe neqetîne û zîvar zîvarî neke….!
Kuro law çi dora Be?arko serokatiya Sûriyê kiriye tirr, îcar dora welatên Ereb û hemî dinyayê ye haaa!
Ez bi enya diya Be?ar kim, heger Be?ar karibe quloçên du bizinan ji hev veke, ma law kerê min jî dizane ku li Sûriyê tenê emn û mûxaberat (asayi?) û mafya serok in. Bê çilo xelkê Sûriyê ji mûxaberatan ditirsin, wilo jî rebenê Be?ar ji wan ditirse. Yanî lotik û zîtirkên li qûna xelkê dikevin, wilo li qûna Be?ar û diya Be?ar jî dikevin.
Wey min di wilo serok kirî erê welleh!
Kurdistan
di jinawik xwestire
nizanim mamo diç di hizire wesa diyare fitfitka wî ya lê didet ku bigehî karwanê xwîn mija.