Hecîyê me yê delal li Wanê li balafirê siwar bû, wê biçe Enqerê. Hecî li teni?ta zilamekî 30-35 salî rûni?t, bi merhebatîyê û nasandinê hinek suhbet kirin. Bû gure gura motora balafirê ku bi hewa bikeve, zilamê teni?ta hecî ji xiro?îyê, kelecanê wek karika virnî dilerizî û dihejîya.
Hecî got: “ Xortê delal, tu çima wilo dilerizî, dihejî ? “
Zilam got: “ Erê wele hecî ez ditirsim “
Hecî got: “ Çima lo ? “
Zilam bersivand: “ Tirsa min ew e lê îcar ku balafir bikeve ! “
Hecî got: “ Wîîîî, ê dikeve bila bikeve ma qey balafira bavê te ye, tu ketîyî tatêla wê “.
Zilam got: “ Hecî xwedê ji te razî, balafir ne ya bavê min e, lê belê ma em hemû tê de ne; ku bikeve tu kes nafilite, emê hemû bimirin ! “
Tirsek ket zikê hecî, ew jî lerizî werhasil…
Ev mesela komara Tirkiyê (T.C) û ya Sûrî ye. Tirsa têkçûyînê ketiye zikê wan îcar hinek zikmezin û xwedêgiravî serokên Kurdan ji wan bêtir ditirsin ku komar têk biçin. Ê ma bi we maye, hûn çima ji xwe re dikin xem nizanim !? Dibe ku di nav we de têkilîyek ve?artî/qirêj heye em ne hayedar in gelo ? Hûn rabûne dibên netewek demokratik, yek al, sînorên neyên guhertin filan bêvan û qizilqûrt…
Ma komarên bavê we ne babam ? Têk diçe bila biçe, ezê bibêjim ox çi xwe? û çi qenc bû elawekîl…
Kurdistan
Gotina te qenc u cihdayi brazi.Rebbi zelzelèki rabit u graf u tirki xeta ciyayè torosan li bin awè bimini.ma kèy mulka bave kurdani?me goti komara demokratika KURDISTAN.ji viè pèvà, heftè 6 roji.yèk§èmi,dù§emi,sè§emi,penc§emi,in,pa§in.çar§emi li nav tunè.bèse lotikà girawè.biji lotikà lotikxanè AMED.