Partice Martin ê Fransiz, berî 10 salan bû misilman û metro û nîvekê rîha xwe dirêj kir. Berî 4 mehan gava bi cîpa xwe ji Colemêrgê diçe ?irnexê, qeze derbas dike û ew roj ev roj e, li cem malbatek Kurd, li mala Cemal Zîrek dijî.
Lê mesela me ne li ser man û nemana wî ye. Mesela me li ser hînbûna wî ya zimanê Kurdî ye.
Partice Martin ku pi?tî misilman bûye navê xwe kiriye Îsmaîl, di nava 4 mehan de xwe hînî Kurdî kiriye û wek bilbil gotinên Kurdî li hev siwar dike. Pi?tî ku cîpa wî bê tamîrkirin, wê Îsmaîlê me berê xwe bide Fransayê welatê bav û kalan.
Îcar siyasetmedarên me hat bîra min. Serok û rêberên ku qa?o îro li ser navê Kurdan siyasetê dikin, nikarin wek Partice Martin jî serê xwe bi Kurdî re bê?înin û xwedî li zimanê xwe derkevin.
Partice Martin ê Fransiz di nav 4 mehan de Kurdî hîn bû.
Û serok û siyasetmedarên me?
Bi telaq ew di nava hezar salî de jî hîn nabin canim. Ma go hezkirin û evîna Kurdî bi wan re tunebe, wê qîmetê pîvazekê jî bidin zimanê xwe, na!
Bijî Îsmaîl Partice Martin!
Bela siyasetmedarên me ji te ?erm û fedî bikin û hew…
Colemêrg
Taybet Emîneyê Neynik(Ayna) ku derewan kir û got ezê heta sala bê kurdî fêrbim. Ev bû çend sal di ser de jî derbas bû, lê zimanê wê venebû….. Dê vebe..!!
Ayla Aakat Ata. ba? fêr bûye ha, divê em heqê wê jî bidin. Her çiqas zazayê me be jî kurmanjiyê jî di salên dawî fêr bûye, wê bixwe bi kurmancî ew got tvyê de.
Ji bo diyariya siyasetmedar û serokên çeqilmast. ne dè, ne bav kurdi.bes evin ù vefapersti.ya tu ciye?anna turk bo chasti amedè mi.lanet li ser cha§an bit.taybeti chasen bè §exsiyeti kurdi.lanet li ser haramzadan.