Nivîskarê me yê germik û nermik Hesenê Metê, vê carê romana xwe di dêrekê de nivîsandiye. Wey li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî. Lê hay ji xwe hebe kekê Hesen, xwe ji van dêr û mizgeftan dûr bixe qurban. Bi ellawekîl vîrûsên ku di dêr û mizgeftan de hene di tu deran de tunene. Ew vîrûs te nekin ke?e yan mele cîgerim…
Nûdem bi biharê re hat, novela Hesenê Metê li dêrê derket!
Hesenê Metê vê carê bi mijarek cihê derdikeve pê?berî me. Nivîskarekî Kurd, li welatekî dûr û sar, berê xwe dide dêrekê da li ser hin îkonên pîroz hûr bibe û di romana xwe de bihûne. Ew li dêrê pêrgî dergevanê dêrê, Kurdekî zaxoyî tê. Çîroka ku nivîskar li dû ye di serpêhatiya Bilindê Zaxoyî de dimehe. Bilindê ku ji ber bayê evîna dotmama xwe terkeserî dinyayê bûye, li xerîbiyê li dîwarê depresiyonê asê maye û di nav tenêtî û pirsên hebûn û nebûnê de vedigevize, dibe mijara sereke ya vê berhemê.
Hesenê Metê
Li dêrê / novel, 102 rûpel
We?anên Nûdemê
Bi riya ?îrketa belavkirinê li ba piraniya kitêbfiro?ên Tirkiyê peyda dibe.
Wele wê pir bash be, ger kekê me yî delal û malûl û qedirbilin here cem Kurdên Anatolîya Navîn, li wir bi ser dajî here mizgeft
Bi xêr be pirtuke kekê meyu delal û malûl û hêja û qedirbilin. Wele ew a pir bash be, ger kekê me rojek here cem Kurdên Konya yê, wêneyekî xwe jî li ber derîye mizgeft û kevnerxane ya Mevlana çêbike, ji me re bîne, ku em bi hesrata welat manî, da ku romê resh me berinade welat 🙂