Kurdên Tirka

Ji zû de min dixwest ez li ser vê babetê binivîsim, lê nedibû qismet. Piştî ku min nivîsa dostê xwe Dilbixwîn Dara di malpera Avesta de xwend, min got êdî bes e, divê ez lotika xwe bavêjim û kela dilê xwe hênik bikim.

Ez bawerim di warê nepewparêzîyê de ferqek pir mezin di navbera Kurdên bakur û Kurdên başûrekan de heye. Hem jî ferqek ji çiyayên Cûdî û Araratê mezintir. Em Kurdên bakur zêdetir Kurdistanî difikirin, zêdetir kezebşewitîyên Kurdistana mezin û netewparêzîya her çar parçeyên Kurdistanê ne. Ew netewparêzîya ku li cem Kurdên bakur û Kurdên rojava heye li cem Kurdên başûr nabînim. Bi qasî ku em dilxwazî û piştgirîya wan dikin, ew a me nakin. Belkî ez xelet bim, lê tiştê ku heta niha min dîtiye û dibînim ev e.

Gellek caran li kuçe û kolanên bajarên Almanyayê rastî braderên xwe yên başûrî hatime û têm. Bi taybet jî helwesta Soranekanim bala min pir dikşîne, min kûr kûr difikirîne û hêsir dikevin çavên min. Gellek caran ez bi wan re bi Kurdî axivî me lê wan bi Tirkî bersiva min daye. Tirkîya wan ji Tirkîya min xweştir, têkilîya wan a bi der û dora Tirkan re ji têkilîya Kurmancan zêdetir e. Gellek caran min bi çavê serê xwe dîtiye ku xortên Soranekanim di maça tîmên fûtbolê de formayên Tirkan li xwe kirine û sloganên “Turkîye, Turkîye” avêtine. Ew Tirkên ku karin xwîna Kurdên bakur vexwin û bi çavê Ereban li Kurdên başûr dinerin, li ber dilê wan wek şîr û şekir in. Seyranên xwe li Stenbol, Izmîr, Bodrûm û Kûşadasi dikin, pereyên xwe didin Tirkan û ew pere jî piştre dibin gule û fîşek û li bakurê Kurdistanê pê keç û xortên Kurd tên kujtin. Halbûkî di çavê Tirkan de Kurd her Kurd e, dijmin e, terorîst e, ne mirov e û Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye. Lê mixabin ew Tirkên ku dijminê riknê milletê Kurd e, di çavê piranîya Kurdekanim de wek hingiv şîrîn e.

Mesela me li ser gotina “Kurdên Tirka” bû.

Ez jî gellek caran bûme şahid ku Kurdên başûr ji Kurdên bakur re dibêjin “Kurdên Tirka”.  Gava ji min pirsîne ez ji ku me, min gotiye ez ji “bakurê Kurdistanê” me. Şaş mane û fahm nekirine. Piştre min gotiye ez ji “Kurdistana Tirkiyê” me. Lê ji wan re gotina Kurdistanê abes û heram hatiye û gotine: “Haaaaaa, tu Kurdê Tirka yî” û bi şexsîyeta min û Kurdayetîya min lîztine.

Kurdên Tirka ha!???

Kesê ku bi Kurmancîya gewrik zanibe, xweş zane bê “Kurdên Tirka” tê çi mane û wateyê. Tê çi wateyê hûn zanin?

Kurdên ji kîrê Tirka! Yan jî Kurdên ji dola Tirka!

Belê, di Kurmancî de maneya “Kurdên Tirka” rasterast tê wateya “Kurdên ji kîrê Tirka”.

Birastî ez ecêbmayî û matmayî dimînim. Gelo hikûmeta başûrekanim di warê netewparêzî û di warê Kurdistanîbûnê de qet tiştek nedaye milletê xwe? Qey di dibistan û zanîngehên başûr de qet behsa Kurd û Kurdistanê nayê kirin? Qey siyasetmedar, zimanzan, kadir û rêveberên dezgehên başûr qet behsa Kurdên parçeyên din ji xelkê xwe re nakin? Ev çi rezaletî û şorba nîskê ye?

Kurdên Tirka ha!??

Kurdên ji kîrê Tirka!

Kurdên ji dola Tirka!

Ê başe kaka, gelo ku em ji we re bêjin “Kurdên Ereba” wê çi bê bîra we, yan wê bi we xweş bê?

Çima ne Kurdên bakurê Kurdistanê, Kurdên Kurdistana Tirkiyê, lê Kurdên Tirka?

Werhasilî kelam…

Ez bi xwe Kurdê Kurdistanê me canekem. Ne Kurdê Tirka me, ne jî ji dola heramzadeya me. Kî xwe wek Kurdên Tirka yan Kurdên Ereba dibîne nizanim, lê serok Mistefa Barzanî xweş gotiye û rast gotiye:

Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike!

About The Author