Canika Umît Boynerê dibêje: Welle û bille li Tirkiyê alozî tuneye.
Teyo dibêje: Dînime îmanime pirsgirêka Kurd tuneye lan.
Dewlet dibêje: Ez bi serê dêlika Asenayê kim qirkirina Ermeniyan pêk nehatiye babam.
Bavê min ê bi nexweşiya şekir dibêje: Min birinc û peqlawe nexwariye.
Pîrê dibêje: Welleh min nifir nekiriye hih!
Birayê min dibêje: Yabo bi serê şêx min venexwariye wî!
Cîrana min dibêje: Li min qirikê li min kezîkurê, li mala me tiştek tuneye peppûkê, em dikin ji birçîna bimirin bi xwedê!
Ez jî dibêjim: „Wê rojê min xaniyak çêkir erda wê ji şerbetê, Tv’ya wê ji zêrê çardeh eyar bû. Potika xênî nêzî xwedê, şibaka wê ji çermê qûna Çîller bû. Ji bo ku baran di ser me de nebare, min rahişt derpiyê hevala xwe Angelîna Jolîe; min wek sîwanê bi ser malê ve pêça. Ji ber ku wesayîtên fezayê kêm bûn; min misînek av da destekî xwe û bi destê din Jî min rahişt xirrê xwe; wek şerîta qovboyan di ser serê xwe re zivîrand û min avêt li kujikê hîvê ve aliqî, min xwe cihanê berda û hew min nedît ez li ser tavê me. Min misînê xwe berra ser tavê da ji bo ku cîhan hênik bibe.
Îcar kesek şûjina çavê xwe nabîne gelî xwedevanan, hestîyê ziman tuneye, herkes virde wêde dide lotik û zîtirkan û ha ha diçirîne. Ma law alozî li Rojhilata Navîn tunebe naxwe wê li ku hebe baba?
Kurdistan
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe