Mam Mihemed û Hecî Huseyin heval û hinkûfê hev bûn. Li ser bûyerên rojanî qerf û henek dikirin. Niha herdu jî çûne ser dilovanîya xwe, xwedê rehma xwe li wan bike.
Dîsa wek niha meha remezanê havînê destpêkiribû. Mam Mihemed çûbû Enqerê, ji wir dizivirî. Wexta ji otobosê peya bû, ewil berê xwe da firoşgeha Hecî Huseyin, piştî xêrhatin û hal pirskirinê Hecî Huseyin got “ Mihemed, xêra bavê te be qe li Enqerê rewşa rojîyê çawa bû? Kes rojîyê digire an ne ? “
Mam Mihemed di ber xwe de kenî, paşê serê xwe bilind kir, bersiva Hecî da û got “ Hecî, bi qebra bavê te, ez li wir deh roj mam xeynî çend kerên wek te û min tu kesî rojî nedigirt “ wesselam…
Naxwe 30 sal ewil rewş çawa bû, hîna wilo didome ku kerên Enqerê, Tehranê û yên Şamê rojîya xwe di van rojên muşeref de bi xwîna Kurdan betal dikin. Kerên Kurda jî alîkarîya wan dikin ku xwîna me dirijînin ne wilo?!…Beeeessss êdî besssseeeeeeee, ji vê kerîtîyê re bes e!
Kurdistan
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe