Li ser bextê rojnameya Şerq El Ewsed çapa Londonê be, dibêjin Serokê Kurdistana Iraqê kak Mesûd Barzanî, li Sengeserê di tazîya 7 şehîdên malbata Kurd de gotiye, “Eger rewş wiha dom bike, ez amade me biçim ser lûtkeya çiyayê Qendîlê û digel gelê xwe bêm kuştin.”
Helbet gotina xweş xweş e. Ez bawerim serok Barzanî ya dilê xwe gotiye û heke roj bê wê wek mêran derkeve serê çiyayê Qendîlê û bi mêranî şer jî bike. Şik û guman di vê de tuneye.
Lê ez dibêjim hewce nake rayedarên Kurdistanê derkevin ser serê çiyayê Qendîlê û şerê Tirkiye û Îranê bikin canekem. Hema bela ji bo çend rojan konsolosxaneya Tirkiyê bidin girtin, bela ji bo çend rojan nehêlin petrola Kurdistanê derbasî Tirkiyê bibe, bela binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li başûrê Kurdistanê qedexe bikin, bela bazirganîya bi Tirkiye û Îranê re rawestînin, bela çend çewalan têxin serê sîxur û ajanên Tirkiyê, bela zanîngehên Fethûllah Gulen bidin girtin bes û zêdeye.
Ez serê we neêşînim, yên ku derkevin serê çiyayê Qendîlê û şehîd bikevin pir in kaka. Mesele ev e ku meriv ji hindurê welêt dest bi pakijkirina mîkrob û vîrûsên dijminên xwe bike.
Hewlêr
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist