Lotikvanê Ruhayî, îsothez û evîndarê lehmecûn û ecînê Îbrahîm Tatlises, bi dostika xwe ya 30 salî Ayşegul Yildiz re zewicî û bi miradê xwe şad bû.
Wey li ser xêrê be û xwedê wan bi hev re pîr û kal bike rebbî.
Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin Îbrahîm Acises 12 sal in bi Ayşegul xanimê re bi pêşbirka lotikan dilîzt û pir jê hez dikir. Piştî ku Îbo brîndar bû û melkemot li dora wî çû û hat, dibêjin xwestiye berî mirina xwe kama dilê xwe bi cîh bîne û keleşkofa xwe bi dohnê zeytûnên Ayşegul xatûnê pakij bike.
Werhasilî kelam, Îboyê me berî mirina xwe dîsa bû zava.
Aqûbet li xort û kalên azib be rebbî…
Stenbol
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe