Dema min bihîst erdhejîn çêbûye, min xwe karkir ku biçim Wan ê
Lê xanim û zarowan rê li ber min girtin û nehiştin. Ji alîyekî ji qehran, ji alîyê din wusa çavezil guhdarkirina xeberên di televizyonan de, min kompîyutir jî venedikir. Lê têkilîyên min yên bi têlefonê tim bi Wan ê re didomîyan û min nûçeyên ji cih û ji devê erdhejînzedeyan distandin.
Roja pêşîn bixwe herkes di şoqa erdhejînê û bi derdê xwe ve mijûl bû. Roja duduwan hêdî hêdî herkes li xizmên xwe digerîyan û di derbarê rewşa wan de agahî distandin. Di nava bajarê Wan ê de li gor erdhejînek wiha bi şidet xisarek zêde mezin çênebû ye. Lê xelkê Wan ê ji tirsa erdhejînên paratên, newêrin bikevin xanîyan û ji tirsa dizan newêrin xanîyên xwe jî biterikînin. Lewma jî li nav baxçe û derdorên xanîyên xwe xîbetan/çadiran vedidin an jî di tirinbêlên xwe de dimînin.
Li her deverên Kurdistan û Tirkîyê alîkarîyek mezin diçe Wan ê, lê mixabin ew alîkarî nagihije destê cemawiran. Li gor agahîyên min bi telefonê ji cîranên xwe standî, heta niha tu alîkarî ne gihiştîye wan ( bi xwe wan tu xisarên mezin jî nedîtîne.) Alîkarîya diçe ji ber ku bê organîze ye, kes nizane ka diçe kîjan deverê. Haya kesî ji kesî nîne, wusa xuya dike piranîya wan hêjta ne geheştî cihê afatê, dikeve destê tacirên afatan.Hêjta kesek neçûye gundan, gelek ji wan gundîyan xanî, pez û heywanên xwe winda kirine. Mirîyên xwe bi alîkarîya hevdu derdixin û diveşêrin.
Li gor H.Mistefayê cîranê min û kirêcîyê min Şabetîn, bi tenê ji gundê wan yê Alacakoy 50 xanî bi temamî, beşek mezin jî xusarên mezin dîtine. Dîsa li gor gotina wan, di gundê wan de 15 kes mirine. Nasên min yên Culemêrgî jî piranîya wan ji Wan ê bazdane û çûne Culemêrgê. Li gor xeberên ku min standine heta niha du kesên ji Hekaryan li Herdîşê 20 kes jî li Wan ê (piranîya wan ji eşîreta Gewdan ku di qurubaşê ne mirine).
Her çend rayedarên dewletê dibêjin” li Unîversîta Sedsalemîn de tu xisar nînin jî, lê direwan dikin. Di wê unîversîtê de çar kesên ku di dawîya hefteyan de tên mala min ya Wan ê dimînin ( ku du ji wan keçên brayê min in.) ji ber hilweşîna kanpûsê bi zor canê xwe filitandine. Beşek ji kanpûsê hilweşîyaye, banê wê ketîye û dîwarên wê ker ker bûne. Ji ber ku hindî ez diqehirim, naxwazim zêde dirêj bikim. Bobelata Abdullah, Hîzbullah, Fethulah ne bes bû, vêcar ya Cenabîl Alah jî bi serda hat.
Bi vê wesîlê ji bo mirîyan rehmê, ji bo brîndaran şifayê û ji bo malbatên wan jî sebrê ji yezdan dixwazim.
Bila serê Kurdan û Kurdistanê sax be…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe