Bi navê Xwedanê dilovan beyannameya ragehandina damezirandina Bazên Azadiya Kurdistanê piştî bîst û du heyvan ji serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê bo azadî û rizgariyê û mafên gelê xwe yên rewa û rakirina zordarî û sitemkariya salan û piştî guhertinên mezin û xeternak di şoreşa gelên Sûriyê de, ji kuştin û wêrankirin û mişixtkirinê …
Em sûnd dixwin bi Kurd û Kurdistanê, bi xwîna şehîdên rûmet û serbilindiyê, ku em hilgirin çekan li ser rêbaza bavê netewa Kurd Barzaniyê nemir, Şêx Se-îdê Pîran û Qazî û Egîdê qehreman ..
Ku gelê xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin û Sûriyeke demokrat û federal ava bikin. Amadekariya xwe zêdetir dikin bo hêzeke Kurdî yek bin siya Desteya Bilinda Kurdî û komîteya wê ya leşkerî ya taybet de. Nemirî bo şehîdên Kurd û Kurdistanê û şehîdên rêbaza azadiyê ….
21 ê çele 2013
Bazên Azadiya Kurdistan
Heyran va çend rojan malpera we venedibû me digot qey we jî dev ji malperê qeriya. We em beecandin loo
Bazên Azadiya Kurdistan bila ser xêrê bin hêvî dikim ku bazên azadiyê bayên cûdatiyê nexe navbera gelê Kurd ê rojava.