Wekîlê Serokê Grûpa MHP Mehmet Şandir, li bajarê Izmîrê dîsa tirrek kir û bêhn ji xwe fûrand.
Birêz çeqilmast Mehmet Şandir, li bajarê Mersînê bi nûnerên sazîyên sivîl û çapemenîyê re xwarinek xwar (wey kerafî be rebbî) û çend zîtirkên MHP kî avêtin.
Şandir ê hewlo mewlo, şaşo maşo çi bêje başe?
Got: „Li gora qinyata min, milletek bi navê milletê Kurd tuneye. Kurd bi eslê xwe Tirk in û Tûranî ne. Dibe ku zimanê wan cuda be, lê em tev Tirk in, 1500 sal in em bi hevre jiyane, em bûne goşt û nenûk“ û qerasê Kurdan li xwe alandiye.
Way beeeeeeee!
Naxwe Kurd bi eslê xwe Tirk û Tûranî ne û heta niha me nizanîbû ha!
Olan sayin Şandirko, ez di wê nenûka ser goşt nim, ez di wî goştê bin nenûkê kim.
Heke bratîya me û we ew goşt û nenûk be, ez îro nenûkên xwe hildikim û sê telaqên we dixim destê we.
Kuro heçê bêje Kurd û Tirk wek goşt û nenûkê ne, bela xirrê Sofî Xelef bixwin û xelas…..
Mersîn
De here lo kurê dêlika boz, me jî bi xwe re neherimînin lo. Ez zanibim ku piçek xwîna Tirka di min de hebe ezê xwe bi satoreke kor serjêkim.
Me kir we hûn bi meÅŸin…:)