Wek hûn zanin, di 8 ê Adarê de komela Şefkat-Der daxwaznameyek dabû meclîsa Tirko û gotibû: „Yan divê kerxaneyên ku jin wek koleyan tê de tên xebitandin bên girtin, yan jî divê kerxaneyên ku zilam jî karibin xwe tê de bifroşin bên vekirin“ û dabû lotikan.
Li gora agahdarîya ku Şefkat-Der daye çapemenîyê, ji 8 ê Adarê û virde 2000 (2 hezar) zilam û xiyarên qeşartî serî li wan daye û xwestine ku di kerxana zilaman de kar bikin, hem têra xwe nîhandinên xwe bikin û hem jî ji teralî û zugurdîyê azad bibin û paran qezenc bikin.
Kuro law ma kar ji vî karî xweştir heye?
Ma kar ji karê kerxanecîtîyê xweştir heye?
Hem têra xwe bazde ser xelkê û hem jî bêrîka xwe tije pare bike.
Hem zebeş û petîxên cûrbecûr, piçûk û mezin bixwe, hem keleşkofa xwe dohn bike û hem jî bela lîre, dolar û euro têkevin bêrîka te.
Ma ka ji vî karî xweştir kar cîgerim?
Na na, bi dîn û îman ev kar ket serê min. Min temenê xwe di ber siyasetê de heba kir, himaltî û xulamtî kir, birçî û parsek mam. Lê êdî bes e!
Ez jî serî li Şefkat-Der ê didim û dibim kerxanecî û xilas…
De bila ev Tirkên zinêkar ji me dûr bin û bila binin hev ji xwe welatê wana bûye kerxane
Ew jî kerxanecîne 
kuro we aqile xwe xariye carki dudu de cara yanzda wine ci xweliye lisere xwe ki de ijar bifikirin kaka.