Derdê bê derman

helim yusivDema derdê bê derman tê gotin, her kesek tiştek tê bîra wî. Yê ku nexweşiyên giran dîtine û kesin nêzîkî xwe bi wan nexweşiyan winda kiribe, rasterast ew nexweşiyên xedar ku tevî hemû pêşketinên di warê tibê de, ti derman ji wan nehatiye dîtin, tê bîra wan. Wisa jî ji bo kesên ku êşa evîneke bêçare û têkçûyî dîtibe, yekser bala wî diçe ser wê evîna dijwar ya ku mîna agirekî kor giyanê mirovan dide ber xwe û nema vedimire. Ji her evîndarekî têkçûyî weye ku evîn derdekî bê derman e. Wisa jî êşên ku sedem û jêderên wan nayên naskirin, bi awayekî ji awayan wekî derdên bê derman têne dîtin. Ji ber ku eger sedema êşê, bingeha wê, jêdera wê neyê naskirin, dîtina dermanan jî ji bo wê êşê pirr zehmet dibe.

Di nav têkiliyên kesan de jî ev diyarde rû dide. Carinan mirovek dijberî û dijminayiya mirovekî din dike, dema evê ku dibe armanca êrişên wî sedemê nizanibe, şaş û metel dimîne û behsa derdekî wî kesê êrişker dike, ku derdekî wisa bê derman e. Ew dixwaze derdê wî nas bike, da ku derman jê re bibîne. Carinan ev derd tê naskirin, carinan jî ew derd veşartî dimîne ku tenê xwediyê wî derdî û Xwedê pê dizanin. Dibe jî ku xwediyê wî derdî bi xwe jî li xwe ne haydar be û nizanibe ku derdekî wî yê wisa giran heye. Ev jî mirov dajon ber lêkolînkirina nexweşiyên derûnî û yên psîkolojîk ku tenê çûna cem psîkologan dikare hinekî be jî bingeha wî derdî zelal bike.

Îca gava em bên ser qada siyasî û ya Kurdên Rojava û li vî derdê bê derman bigerin, wê çi bê beramberî me gelo? Ka em hinekî xwe bispêrin bûyerên vê dawiyê û li bersiva pirsa xwe bigerin. Dijberî û nakokiyên di nav kom, komik, rêxistin û partiyên Kurdan de gellek in. Ewqasî pirr in, hetanî wê radeyê ku mirov di ber re nagihije ku bişopîne. Ka em van nakokî û dijberiyên ku têne holê bispêrin pirrengiya civaka kurd û xwezaya cudayiyên ramanî û siyasî yên ku di nav hemû miletan de peyde dibin. Ji van nakokî û dijberiyan biwirdetir diyardeyeke din balê dikşîne. Ew jî dijminahiya kor ya ku hinek kes, carinan jî hinek alî, bi partiyeke kurd, an jî bi aliyekî kurd re dikin. Bi awayekî wiha, heta dema ku ew partiya cihê gotinê şer dike, di çavên wan de dibe partiyeke wisa ku ajantiya rejîmê dike û li şûna rejîmê dest davêje çekan. Wisa jî dema ku aşitî û aramî tê, dîsa jî ew partiya cihê gotinê dibe partiyeke girêdayî ajendeyên dijî Kurdan û wê wekî kelemekî li pêşiya hemû rê û rêçikên Kurdan yên ku diçin bihiştê nîşan didin. Rojin tên ku ew alîgirên wê partiyê bi leşkerên rejîmê bi xwe re dikevin şer, kuştî, birîndar û qurbaniyan didin. Berî ku xwîna wan ciwanên kurd zuha bibe, ew şer bi pênûsên van kesan dibe şanoyeke ku ew partiya mijara gotinê û rejîmê bi hev re amade kirine. Kes û aliyên ku vê dijminayiya bêserûber dimeşînin Kurd in, wisa jî li aliyê din Kurd hene. Ev kes û alî siyaset û planên xwe ne li dijî rejîmê, yan jî hêzên şovenîst datînin. Lê herdem û hergav û bi her awayî dijî aliyê din ê kurd di nav kar û xebatê de ne. Hejmareke baş ji pênûsan jî heye ku ava wan di heman cihokê de diherike. Ne sar li wan tê, ne jî germ. Derdekî wan tenê heye, ew jî reşkirin û xerakirin û êrişbirina ser aliyekî ye.

Hetanî ku şer û kuştin rasterast nehatibû ber deriyê Kurdan, min dikarîbû li van kes û aliyan guhdarî bikim û hinek nivîsên wan bixwînim. Lê şer û berxwedan û dana xwîna ciwanên Kurdan jî ji derdê van kesan re nebû derman.

Bê guman ev ne hewildana rêlibergirtina rexnekirin û cudahiyê ye. Jê bêhtir balkişandineke ber bi derdekî bê derman ve ye. Wisa jî ne parastina şaşitî û kêmaniyane ku her partiyeke siyasî para xwe ji wan hildigre. Ev dijminayiya kor û kîn û nefreta bê sînor ya ku hinek Kurd li dijî hinekên din nîşan didin, rê li ber amadebûna zemîneke rexnegiriya siyasî digire û nahêle ku atmosfera siyasî ya Kurdan hinekî nerm bibe û rê li ber hevrexnekirin û lihevguhdarîkirinê vebe. Ev diyardeya ku îro di nav me de rû dide, ew bi xwe derdekî bê derman e.

Rûdaw

About The Author