Gelî camêr lawên camêran, biraderên qedir giran, gelo miletekî bindest û partiyek ku tekoşîna azadîyê dide çawa dibe faşist ez nizanim? Weleh û bileh û tileh vê nivîsa Dostê Janê mejîyê min çelqo melqo kir û mehdê min ji nivîsandin û nivîskarên mîna vî kesî xeland, ez nizanim gelo yê we camêran çawa kir?
Carekê radibe lêborîna xwe ji gel dixwaze ji ber ew 9 mehan di Medya tv de xebitiye, em tev jî dizanin bê cihê vê kenalê li ba gelê Kurd çiqas heye.
Carna jî çîr, xeber, sixêf û tiştên nebaş ji kesên ku wî rexne dikin re dike, wan dide ber lotikên bêîman û tiştên ji exlaq û edebê dûr dibêje.
Carna jî dev davêje kesên cihê rêzê û nivîskarên payebilind mîna Ahmed Huseynî û Helîm Yûsiv û ji wan re dibêje nivîskarên bê helwest, yan jî newêrin ji tirsa sazîya xwe dengê xwe hildin filan û bêvan. Ya rebî starrrrrrrrrrrrrrrrrrrr! Kuro lawo bêrêzîya heya vê astê min nedît û ez nabînim jî, vê tevî dike tenê ji bo xwe bi wan re bipîve ellah wekîl.
Gotinek pêşiyan heye dibêjin: Keçelo navê min li te û kumê min li serê te.
Xuyaye ev jî halê kekê me Jan Dost e.
Ev diyaloga li jêr di navbera Dostê Janê û belangazê Rêzan Tovjîn de çêbuye. Îcar biryar a we ye delalno.
Dost: Tu jî ê şikevtan î, hey bêedeb kurê sed bêedebî. Kurê qehpê, PYD’a te dûvkê dijmin e, hey ker kurê kerê.
Tovjîn: Li vî welatî paraztina PYD’ê sûc e, qirêjkirin serbest. Ne wisa bûya min ê edeb û edebiyat nîşanî te bida. Heyfa keda ku dane te.
Dost: Te yê bi kevçî gû bixwara qehpedê
Bawer bikin haletî ruhîyeta kekê me Jan Dost ne başe û nexweşekî pir giran e. Ne ecêbe ku rojekê hûn rabin û vê nûçeyê bibihîzin: Nivîskar Jan Dost ji ber deprasyonan xwe bi dar vekir, yan jî nivîskar Dostê Janê komkujiyek çêkir, yan jî nivîskar Jan ketiye nexweşxanê filan û fistiq.
Gelî camêran ezê bêjim hûn bêjin amîn:
Ya rebî tu li halê Jan were rehmê!
Ye rebî tu aqilekî bide kekê me Jan Dost!
Ya rebî me ew sipart rehma te ya xwedê!
Ya rebî tu şîfa xêrê jêre bişînî!
Amînnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnn ya rebel alemîn!
20.03.2013 Almanya
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/jan_dost_ji_min_l%C3%AAbor%C3%AEna_%C3%A7i_dixwaze
nivîskarên xelkê ciqas mezin dibin bi aqil dibin Jan Dost di xurife, ezê bi 70 quranî sundbixum ku tu alaqa Jan Dost bi axlaqê nivîskariyê re tuneye. hele ka bixwînin bê Jan dost cidike ne diya camêr ne bavê camêr ne partî nehi$tin ku xeber ji wan re nedan.
wey mala te neava hey bê edeb…
Kesên wek Jan Dost bi qedrin li cem miletê Kurd û va derewana li cem hinek kes tenê têne dîtin, ew kesên mîna Tovjîn û aqil kêmên wek te Ahmed Berazî.
Berî gişitkî ez dixwazim bêjim ku gerek mirov bikaribe biedeb dialog û danûstandinê bike. Bê heqaret û bê gotinên pîs. Li ser vê jî ez jî dibêjim amînnnnnnnnn ya rebel alemîn!!!
Min nivîsa Rêzan Tovjîn jî xwend. Ew wisa nivîsandiye:
„Gelo tiştek heye ku em wekî nivîskarekî kurd gazî li PYD’ê bikin, gazî li tevgerên kurd bikin û şaşiyek hebe, daxwaza serastkirina wê şaşiyê bikin. Lê di nîvîsa wî de daxwazeke wisa jî li holê tune, xuya nake. “
Ez ji bo birêz Rêzan dibêjim tu wek nivîskarekî kurd dikarî bi hesanî nûçeyên li ser rojavayê Kurdistanê bixwînî. Û ez bawer dikim ku te bi hinek tiştên nebaş ku PYD kiriye û hîn jî dike bihîsitye. Lê ka dengê te li kuderê bû û niha li kuderê ye?
Ger tu nivîskarek dirustî ka dengê xwe rake li dijî kiriyarên PYD. Ez ê ji te re bêjim PYD çi dike. Ew endamên partiyên din binçav dike û dikuje.
PYD bi alîkariya û çavgirtina rêjima esed bipêşket. Serokê PYD bi riya balafirgeha şamê diçû welatên din, li ber wê jî serokên partiyên din jî nikaribûn li Qamişlo û Efrînê rûniştibana ji ber ku dihatin kujtin û tehdît kirin.
Tu xwe kerr û lal dikî li hemberî kiriyarên PYD û xwe wek nivîskarekî serbixwe nîŞan didî. Lê em dengê te nabihîsin.
Niha PYD Newrozên ku destûr ji PYD wernegirtibin qedexe dike û êrîşî wan dike û gel belav dike.
Ma ev ne şermeke mezin e??? Ka dengê te wek „nivîskar“??
Ger PYD naxwaze Kurd li dijî rêjîma sûrî derkeve kolanan ji bo neyên kujtin, çima PKK jî vê ji Kurdên bakur naxwaze?? Ji bo ku Kurdên bakur neyên kujtin??
Ev xapandineke û PYD bi alîkariya rêjim bihêz bû. Ev her kesek dizane. Lê hinek çavên xwe digirin ji ber ku ti bîr û baweriyên wan tune ne. Wek dûvên partiyan in. Bi xwe nizanin bifikirin.
Hêvî dikim min karibû niha ji te re zelal bikira derdê JanDost çiye. Lê belê dîsa dibêjin gerek danûstandin biedeb werê kirin!!
silav