Xaltîka Perwînê Kurdî wilo kir şorbe ku ez bawerim kesekî ji we fêm nekir başqan çi gotiye. Ezê yeko yeko Kurdîya xaltîka Perwînê wergerînim ku bê fêm kirin.
1-   Dîjle û Ferad kiriye birayê çemê Sakarya û Merîçê.
2-   Ararat û Cûdî kiriye dostê çîyayê Ercîyas û Qaçkarê.
3-   Govenda me kiriye merivê horon û zeybekê.
4-   Civatên birayên hev, bi fesadîya derveyîyan bi hev ketine.
5-   Dewletên emperyalist em parî parî kirine dewletên neteweyî çêbûne. (Şikur dewlet nebûye para Kurdan û nabe jî)
6-   Sînorên çêkirî û yên rawejî (sanal) jî wan dane ber me. ( Gunehê Tirk, Ereb û Farisan nîne)
7-   Başqan dibê “ Min bi ferdî dest bi serhildanê kiriye û ev gîyan afirandiye “
8-   Şerê me ne li dij tu nijad, ol, mezheb û komê ye. ( Kurd ne tê de)
9-   Ev hezar sale em û Tirk di bin alaya Îslamê de birayê hev in. Di dada biratîyê de dagirkerî, înkarî, tunekirin û asimilasyon tune.( Yên ev hemû anîne serê Kurdan ne Tirk in )
10- Dem dema helalkirinê ye.( Xwîna sed hezar Kurdan li birayên me Tirkan helal be )
11- Em û Tirk emê dîsa ji bo sînorên Misak-î Millî bi hev re têbikoşin.( Kurdistana Başûr, ya Rojhilat û ya Rojava wê bikeve bin alaya Tirko )
12- Kî me û Tirkan ji hev biqetîne emê pozê wan bişkînin.
13- Rastîya peymanên Hz.Mûsa, Hz.Îsa û Hz. Mihemed bi cî tên. ( Ê bengî ya Hz.Fethûllah jî )
14- Serxwebûn, ferderasyon, konfederasyon, xweserî nebû, bijî Sîstema Demokratik a Modernîte ! ( Ha ji we re benîştek nû, de bicûn )
Baş fêm bikin başqan çi dibêje, nebê hûn şaş fêm bikin ha…
ew dı nıva kuzé pırka babıreme bıgé em baş dizanın ev çıdıbıjı