Daxuyanîya ku serokê Kurdên erd û ezmana sayin Ocalan di Newrozê de dabû, rojeva Kurd û Tirkoleran kir wek pelûla germ. Hinep pê dilxweş bûn, hinek jî pê dilreş bûn.
Di vê derbarê de xalê Kurdên sererd û binerd birêz Îsmaîl Beşîkçî jî lotikek avêt û rojev sincirand.
Xalê me Îsmaîl Beçîkçî li Stenbolê di panelekê de li ser rpjeva çareserîyê û banga cîgerim başqan Ocalan peyivî û da lotikan.
Beşîkçîyê me destê xwe danî ser wîjdanê xwe û got: „Bi şeş telaqên jinberdanê hevdîtinên berdewam û daxuyanîyên ku 21’ê Adarê li Newrozê hatine dayîn girîng in, lê ya herî girîng jî dayîna heq û hiqûqê Kurdan e“ filan û bêvan.
Aha mesela girîng jî ev lotik e ha. Dayîna heq û hiqûqê Kurdan!
Birastî lo, gelo di daxuyanîya başqanê me de behsa tu heq û hiqûqê Kurdan hatiye kirin?
Yan hikûmeta Kasimpaşlî Receb soz daye ku heq û hiqûqê Kurdan têxe makzagona dewleta Tirko û fermîyetê?
Lihevhatin ser çava, daxuyanî û agirbes ser çava, xwepaşdekişandin dîsa ser çava. Lê ka heq û hiqûqê Kurdan li ku ma? Çima lihevhatin û çima aştî?
Êêêêêê, ma kî Kurdan dixe şûna mirovan xalê Beşîkçî? Qirdê Kurdan kor e qird! Ma Kurd û heq û hiqûq?
Kuro ez di nava wilo aştî de bimîzim ku behsa hek û hiqûqê Kurdan neke û hew…
Stenbol
Gelo we dît??! Tirko u bi rêz Ocalan ve disa di devê me kurden xwederîtî de mîztin u rîtin! Xelas! hiqûq u hmqûq tunene! Tirko u Ocalan govande girtine u li ser Kurdistana xwederîtî dîsa bi hev re dimîzin! Ay şebaş! şebaşa Tirko!