Ev demek dirêj bû ku his û deng ji xaltîka we Emîne ayna nedihat. Lê van rojan hêdî hêdî dest bi lotikan dike û dibêje “Ez jî heme”.
Xaltîka we Emîne Ayna, ya ku ew jî wek gellekan bi paraşûtê daketibû nav siyaseta partîya BDP, li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Enqerê beşdarî panela ku li ser pirsa Ermeniyan hatibû lidarxistin bû. Parlementera BDPê Emîna Ayna xanimlerî, di panelê de siyasetek li dijî siyaseta partîya xwe BDP meşand, wek partîya xwe nefikirî û hetta lotikek qerase li partîya xwe jî xist.
Çi got xaltîka we Ayna?
Di axavtina xwe de got: „Binerin ewladim, heke em rêzê li nasname û cudayîyên hevdu negirin, tu aştî û maştî çênabe. Di vê qonaxê de li Tirkîyê pirsgirêkek alê û pêvajoyek bi vî awayî tuneye. Heke Kurd jî bibin xwedîyên mafên xwe, hingî em karin bêjin ev aştîye. Niha îcar dora me ye , em bibin gerîlla…“ û ser hefsarê mehîna xwe berda.
Axir, xaltîka we Emîne Ayna xanimlerî dibêje pirsgirêka alê tuneye. Ew rast e. Ji kesên mîna Emîne xanim re ala Kurdî pênc qirûş nake. Ala Tirko besî wan û serê 101 bavê wan e.
Lê ciwanikê rast jî gotiye ha, xwedê heye.
Çi gotiye?
Gotiye: “Heke Kurd jî bibin xwedîyên mafên xwe, hingî em karin bêjin ev aştîye. Niha îcar dora me ye , em bibin gerîlla…“
Aha ev gotin rast e ellahwekîl..
Ma aştîya ku heq û hiqûqê Kurdan misoger neke, aştîya ku nasname û hebûna Kurdan nas neke, ma ew jî aştî ye?
Na welle ne aştî ye, çîrok û çîvanok e.
Xaltîka we Emîne Ayna xanimlerî dibe gerîlla nabe gerîlla nizanim, lê ez zanim ku ev pêvajo pêvajoya „kê kir kê“ ye û heta maf, heq û hiqûqê Kurdan di makzagonê de neyên misogerkirin, tu gû ji vê aştîyê dernakeve û hûn sax…
Enqere
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda