Di navbera siyaset û bazarê de cudahiyeke mezin heye. Siyasetvanê ku xwediyê sermiyanekî bazirganî yê mezin be, bêguman wê ne siyasetvanekî serkeftî be. Xala hevbeş di navbera siyaset û bazirganiyê de tenê xap û derew in. Siyasetvan bi hezaran sozên derewîn didin welatiyan, da ku kursiyê xwe misoger bikin. Piştre mafê hevwelatîbûnê jê re rewa nabînin. Bazirgan jî ji bo qezenca herî zêde derew û reklamê bikartînin. Armanc qezenca herî zêde ye.
Sermayedar ne dostê hejaran e, nikare wek siyasetvanekî mirovdost xema xelkê welatê xwe bixwe û nan, kar û dada civakî ji wan re dabîn bike. Hişê sermayedar li ba bazarê ye. Çawa bikare berîka welatiyan vala bike.
Pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û tenduristî yên Kurdistanê xetimîne, ji ber ku siyaset tevlî bazarê bûye. Ev 20 sal in xelkê Kurdistanê xwarin û dermanên xerab dixwin. Zêdeyî nîvê xelkê Kurdistanê rastî nexweşiya dil û şekir hatine. Heta niha lêpirsîn bi ti kesî re nehatiye kirin. Kes xwe berpirsyar nabîne li hember windakirina wî sermiyanê mirovî. Kêşeyên gelê Kurdistanê bi hebûna sermiyan û bazarê nayên çareserkirin.
Ji ber ku sermiyan tirsonek e, gava tirs û nearamî hebin direve. Sermiyan hertim armanca wê qezenc e. Sermiyan hertim ligel wergirtinê ye, şiyana wê ya dayînê tine. Sermiyan hertim li milê desthilatê ye û li dijî gel e. Sermiyan dikare pere, zêr be, yan dermanê xerab be û bînahiya gelê Kurdistanê kor bike.
Karê hinek bazirganan ji kîmyabarana Saddam Huseyn xerabtir e. Saddam bîlcumle xelk bi çekên kîmyawî kuştin, lê belê ev bazirgan bîlcumle xelkê bi hêdî dikujin, bêyî ku ti kes wan tawanbar bike û heye ku kes nizanibe ew kî ne.
Her roj bêhêvî dibim ji reftara bazirganên siyasî yên Kurdistanê. Dilgiran dibim ku li ser ekranên TV û di Facebookê de diyar dikin ku ew çiqasî mirovdost in û xema wan xema xelkê ye û siberoja Kurdistanê geş e, pirsa Kurd û kêşeyên gelê Kurdistanê bi derman û xwarinên xerab kûrtir dibin. Kêşeya siyaset û bazirganiyê jî dikeve metirsiyê. Hişê saxlem di laşê saxlem de ye.
Siyasetvan û bazirganê hişmend ew e yê ku ligel miletekî saxlem û rewşenbîr tevbigere, ne ku ligel miletekî bi derd û kovan, ji bo mana kursî û sermiyanê xwe. Divê karê asayiş û parastina Herêma Kurdistanê ne tenê nehiştina terorîstan be, lê li ser van kêşeyan dengê xwe bilind bikin û xelkê ji terorîstên hundir biparêzin. Terora bazarê li Kurdistanê ji terora terorîstan metirsîdartir e.
Rûdaw
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda