Ev MÎT a Tirkîyê rêxistinek çiqasî şîrîn e yaboooooo, hema heçê radibe û dixwaze bi MÎT ê re rûnê, çay û qehweya MÎT ê vexwe. Her çiqasî çaya Mixabaratê Sûrîyê jî îdare dike û tê vexwarin jî, lê li gor sîxurên me dibêjin, çaya MÎT ê çayek taybet e û heçê bixwaze kare „qirtleme“ û „zirtleme“ jî vexwe.
Ne li ser bextê me be, ji me derew. Li ser bextê rojnama Taraf be, dibêjin hevserok û xalê PYDê Salih Mislim, bi rêya Skype çend lotikên qerase avêtine û dilê xwe rehet kiriye, bêhna xwe derxistiye.
Li gora ku sîxurên rojnama Taraf dibêjin, dibêjin xalê me Salih Mislim simbêl ba daye û ji rojnama Tarafê re gotiye: “ Welleh, billeh û tilleh, ez bi serê Kasimpaşalî Receb û Beşarko kim, em pir dixwazin bi îstîxabarata Tirkîyê MIT re rûnin, li Enqerê bi hev re çayekê vexwin û derdê xwe ji hev re bêjin., em li ser aştî û dostanîyê biaxivin û lotikan bavêjin, di navbera me de çi heye em li ser biaxivin. Înşallah wê di dema pêş de çêbibe û ev xeyala me pêk bê” filan û fîstan.
Ez serê we, serê MÎTê û serê xalê xwe Salih Mislim neêşînim, xuyaye ne bi rêya MÎT ê be pirsgirêkên Kurdên bakur û rojava çareser nabin. Derman û melhem li cem MÎT ê ne. Heta çaya MÎT ê neyê vexwarin, Kurd ji nexweşîyên jana zirav, pençeşêr, virik û zikêşê xilas nabin.
Lê xalê me Salih tiştekî ji bîr dike.
Ew çiye?
Ew jî ev e ku çaya MÎT ê çaya bajarê Rîze ye, ne tu quzilqurt e, tehl e, ne tê vexwarin û ne jî meriv kare pê qûna xwe bişo. Tu kîlok şekir têxe navê dîsa nayê vexwarin.
Îcar em bang li xalê xwe Salih dikin û dibêjin:
Were çaya Partî Demokratî Lotikxane vexwe hebîbî. Bi dîn û îman, çaya me çaya qaçax e, wek xwîna keroşkan sor û gevez e, hem ji tama wê û hem jî ji bêhna wê Kurd û Kurdistan difûre ellahwekîl.
Ji me gotin xalê Salih..
Heke tu bi çaya MÎT ê zikêşî û virikî bû, nebêje Lotikxane ez agahdar nekirim qurban…
Enqere
Ma ne serokê vî Xalê te Muslimo; ku navê wî Cemil Bayiko ye, ew jî ji vê cend sal berê vê digot: „ez di hesreta vexwarina cayeke tirkî me, hem jî li bav parka Genclik Parki li Ankarayê ba ci xwes dibû lo!“
Îcar xalê min Av E Dîlano! Tu xwe zêde ne westîne!
Vana carek hînî caya tirka bûne. Ma ne serokên wan ê li grava Îmraliyê her roj firrîniya wî ye vê caya bi jahr na ziqqumîne? Cima îcar ew ne vexun? Ez dibêm tu xelet î. Tu na hêlî van welatiyên kurmik ji xwe re bi kêfa dilê xwe cayekê jî vexwun û kurmê xwe biweshînin? Tu wan dawetî ser caya kurdan dikî? Ma dibe lo?
Ma ew caya kurdan na vên yabo? Wan caya tirkan divê. Ma tu wê ci bikî heyrano? Mal xirab e carek, xwedî mal ci bike?!!! Vana eskere dibêjin em ji caya tirkolera pir hez dikin.
Îcar cend hevalên sayin baskanê kurdan hene, ku ev rewsenbîrên qorrase welleh li nîvê Diyarbekrê, her roj ji vê cayê vedixwun, lê pirr bi dizî vê ziqqûmê (pardon vê cayê) divexwun. Ev xirabtir in ji xalê me Muslimo yabo! Qet ne be xalê Mislimo eskere dibêje ez ê vexwum. Ev rewsenbîr jî dibêjin „em na vexun, lê di bin perdeyê de firrîniya wan e!! Aha ev xetertir in ji hemûyên din.
TIXTOR KURDO
e-maîla min:
tixtoro@hotmail.com