Belê sayin û birêz lotikxanecîno, xalê me Mûrat Karayilan lotikek bêîman xwar û ji vir û pêde emê zêde dengê wî nebihîzin û di çapemenîyê de simbêlên wî yên qeytanî nebînin. Halbûkî em hînî dîtina xalê xwe Karayilan bûbûn, roja ku me ew di meyda û çapemenîyê de nedîta, sebra me nedihat û laşê me dixurîya. Ji vir û pê de emê xalê Kurdên sererd û binerd sayin Cemîl Bayik li pêşberî xwe bibînin.
Li ser bextê ajansa ANF û fitne û fesadên nava BDP be, dibêjin piştî ku heyeta BDP serdana Ocalan kirin û nameya wî xistin bêrîka xwe, tûrê xwe yê postexanê avêtin milê xwe û berê xwe dan Komara Qendîlê.
Li gora fitne û fesadên Komara Qendîlê dibêjin, dibêjin piştî girgirek, çawîş û başçawîşên Komara Qendîlê nameya başqan Ocalan xwendine, tevzînok bi laşê wan ketiye, lingên wan li hev herbilîye û yekser dest bi amadekarîya kongreya xwe kirine.
Piştî kongre li dar ket, di rist û sîstema KCK de hinek guhertin hatin kirin û dê weledê xwe avêt. Guhertina herî manîdar û balkêş avakirina „Konseya Serokatîya Giştî“ bû. Helbet û bê şik û bê guman ji bo serokatîya konseyê jî wek her carê dîsa başqan Ocalan hat hilbijartin. Ecêb û balkêş e, wê başqan Ocalan ji Îmralîyê serokatîya konseyê bike û wê dîsa postecîyên BDP bibin qasidê navbera Îmralî û Qendîlê. Yanî, wê başqanê me bi name yan jî bi telefonê serokatîya konseyê bike.
Lê guhertinek din jî çêbû haaaaaa, hûn zanin çiye?
Xalê me Mûrat Karayilan ji Serokatîya Konseya Rêveber hat dûrxistin û di şûna wî de Cemîl Bayik û Besê Hozat wek Hevserokên Konseya Rêveber hatin hilbijartin. Êêêêêêêêê, ma go ferman ji Îmralîyê bê kes kare dengê xwe bike canim, na.
Ez serê we neêşînim û nekim wek dahola Şemoyê mitirb, xalê me Mûrat Karayilan (ku di nav PKK û KCK de wek alîyê Kurd û Kurdistanî dihat naskirin) lotikek bêîman ji „çep“ û „Elewîyên“ nava PKK xwar û darbeyek leşkerî lê hat kirin.
Ê de xwedê kerîm û rehîm e babam…
Qendîl
http://www.anf.bz/news/guncel/kck-sisteminde-degisiklige-gidildi.htm
Ne bi xêr be Cemîl Bayikê Tirk bûye serokê komara demokratika Qendîlê 🙂 Sırî Sureya yê Tirk jî bikin serokê BDPya ‚demokratik‘ bila Kurd jî xwelîyê li serê xwarzîyê tirkoleran Ocalan da bi barînin 🙂
de agrire tirko di paşiya wî jî ket! Rebeno! Xwede ewî xeleskir, yaoooo cawa nekuştin!
Li ser maseyê û li ser kursiyê birûniştandinê re bi gotinên qelew şoreşgerî çênabe. Eger hêza we heye dakevin qada lehenga ku hûn bizanibin ka şoreş û şoreşgerî çawa ye. Dev ji van gotinên qelew û bê binî berdin. Dema ku mirov nivîsên we dixwîne, mirov dibîne ku bingeha we jî vala ye. Eger ez ji berdêla we bim, ji dêvla ku ez başûr û bakur berdim hev; ez ê navginiyê bikim û wan li hev bînim.