Erê lo, wek wan qehpikên Tirk li hinek Kurdên me hatiye. Qehpikên Tirk jî piştî ku têr nîhandinên xwe dikin, piştî ku têr kîr û gunikan dixwin, îcar serê xwe dipêçin û berê xwe didin „Umrê“, Mek û Medînê û tobe dikin. Piştî ku tir di wan de dibin fis îcar misilmantî, axret, cennet û cehennem tê bîra wan. Îcar ev jî mesela me û hinek Kurda ye.
Wek gellek kesên ji welatên Ereb, lîztikvanê Misirê yê navdar Mehmûd Qabîl jî „piştî emir derbas kir û tir tê de nema“ dibêje „Dapîra min (pîrika min) jî Kurd e“ û daye lotikan.
Hey te gûyê dapîra xwe xwaro, ma niha Kurdbûna dapîra te tê bîra te ewladim?
Qe nebe bela di xortanîya te de Kurdbûna dapîra te bihata bîra te ku xêr û qencîyek te bigîha Kurdan oxlim, ma piştî ku tir di qûna te de nemane Kurdbûn hatiye bîra te hi? Emê çi bikin ji keleşkofek kevnare û zingargirtî baba?
Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, her ku Kurd û Kurdistan dibin xwedîyê maf û destkeftîyên xwe, Kurdbûna gellek mirovan tê bîra wan û yan dapîrên wan, yan jî bapîrên wan Kurd derdikevin. Heke hat û rojekê Kurdistan serbixwe bû, bawer bikin li ser ruyê erdê kesên ku ne ji kîrê Kurdan bin namînin wesselam…
Misir
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe