Çepên Tirkoleran û yên din..
Çepikan li hev dixin û didin lotikan
“Rojava….şoreş..şoreşa rojava pîroz be… û jehr û ziqûm..
Ma li rojava kî wan pepûkan dikuje? Ew ji ber çi koçewar dibin? Li rojava kengî şoreş pêk hat? Ma gelê ku xwedîyê şoreşê ye, ne azad e, ne serfîraz e û bê derd û kul e? Ji bo çi ew ji bihuştê /şoreş/ direvin û ber bi dojehê ve diçin?
Ewên ku nikarin bersiva van pirsan bidin, dixwazim wan rêkim ba hekîm û bijîşkan. Pirsgirêk di qutîya 7an de ye, wê çareser bibe…
Bijîşkek pesnê xwe dide ( 30 sal berê serokekî jî pesnê xwe da bû….wek serxwebûn..yekîtî.azadî…) û weha vedibêje:
-Niha ew nexweşê ku nikarim sax bikim û birîna wî derman bikim, ezê sed qatî mesrefa wan dirav jî bi serde bidimê.
Zilamekî fenek peyda dibe, dixwaze bijîşk bixapîne û wan diravan bistîne.
-Ezbenî, ez nexweş im, nikarim tehmê ji xwarinê bistînim.
Bijîşk li ser gazîya nexweş bang li hemşîrê dike:
-Qîza min, ji kerema xwe qutîya 7 an ji min re bîne..
Hemşîre daxwaza bijîşk bi cîh tîne, bîjîşk ji nexweş re dibêje:
-Keremke tilîya xwe têxe nav qutîyê u tehm bike.
Nexweş tilî davêje nava qutîyê û tehm dike. Bi hêrsketî:
-Wîîîî …ev gû ye law..!
Bijîşk dibê:
-Tu tehma devê xwe dizanî, naxwe nexweşîya te ne rast e.
Ew zilam gelek hêrs dikeve û carek din disa tê ba bijîşk û dixwaze wî bixapîne.
Bijîşk:
– Keremke ezbenî.
Mêrik:
-Hekîmê min, ez giran nexweş im. Her tişt zû bi zû ji bîra min diçe, jibîr dikim.
Bijîşk ji hemşîrê re dibê:
-Qîza min, ji kerema xwe qutîya 7 an ji min re bîne.
-Keremke, qutîyê veke û temaşe bike bê çi di nav de ye ji min re bêje.
Mêrik:
-Wîîî..ew gûyê ku cara din min tehm kirîbû, bi xwedê ew e…
Bijîşk:
-Baş e.Nexweşîya te ne nexweşîya jibîrkirinê ye.
Ew zilam jê re bes nake û carek din hazirîya xwe dike û tête ba bijîşk.
– Ezbenî, vê carê bi sond û peyman ji cenabê te re rast dibêjim, li min ranabe.
Bijîşk:
-Qîza min, ji kerema xwe qutîya 7 an ji min re bîne.
Dema ku mêrik navê qutîya 7 an dibihîze har û dîn dibe û bi hêrs dengê xwe bilind dike:
-Ez di wê qutîyê nim…
-Huş be qeşmer, bes e, dema ku tu karî di qutîyê nî naxwe li te radibe, her tiştê te derew, fêl û fen e….
Îcar bi derew, fêl û fenan tu kes nagihê cîhekî qurban. Belkî Kurd demekê bi van fen û dek û dolaban bên xapandin, lê rojek bê wê ew dolabgêr û sextekar bi xwe têkevin gerîneka vir û derewên xwe û ji gûyê qutîya 7 an tehm bikin..
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda