Li Gurcistanê, kesê bi navê Maxîme Qavtarazde, piştî ku têra xwe narkomanî kir, esrar û eroîn firot û jiyanek serserî jîya, berî bi deh salan tobe kir û xwedêgiravî bû ehlê xwedê.
Maxîme efendî ji bo ku nêzîkî xwedê bibe, rabûye xanîyek li serê zinarekî bilind çêkiriye, dev ji narkomanîyê berdaye û di wî xanîyê bilind wek hêlîna bilbilan de dijî.
Maxsîme Qavtarazde, piştî ku di operasyonekê de tê girtin, dikeve qulika hepsê û çend salan volta davêje, diçe vî alî û wî alîyê gasînê. Piştî tê berdan, îcar rîha xwe berdide, destê xwe ji her tiştî dikşîne û di hêlîna xwe ya di zinêr de dibe ehlê xwedê. Mêro ji serê zinêr pêve cîyekî din nedîtiye ji bo ku nêzîkî xwedê bibe.
De werin û vî kerî di vî borî re derbas bikin!
Maxsîme efendî jî wek wan qehpikê Tirkan kiriye. Ew jî piştî ku têr nîhandinên xwe dikin û êdî xiyar û tirozî li ber çavê wan reş dibin, îcar serê xwe girê didin û berê xwe didim umre û hecê.
Olan oxlim, birêz Maxsîme, ev 10 sal in ez bi lalafirê li ezmanê heftan digerim hê nêzîkî xwedê nebûme, ma tuyê li serê zinêr nêzîkî xwedê bibî ewladim?
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda