Belê, heta niha me digot qey xaltîka me Gulten Kişanak Kurd e, Kurda Zaza ye. Lê xuyaye wek gellek çîrok û çîvanokan em Kurd dîsa paşûpê li kerê siwar kirine û morîka xewê xistine guhên me.
Derket holê ku xaltîka me Gulten Kişanak ne Kurd e lê Turkmen e. Ji malbatek Alewî-Turkmen e û mêrê wê Kurdekî Zaza ye.
Helbet tu gotinek me ji nîjad yan ji qewmê wê re tune. Tu gotinek me ji kesayetîya wê re tune, haşa. Lê Turkmenek û serokatîya Kurdên xwelîliser bike, aha ew ne xweş e. Tirkek serokatîya Kurdên xwelîliser bike, aha ew sosret û kezebreşî ye.
Birastî lo, hejmara Tirkên ku serokatîya me Kurdan dikin çend in hûn zanin gelo?
Wey li ser xêrê be rebbî!
Xwedê Tirk û Turkmenan ji serê Kurdên xwelîliser kêm neke rebbî!
Amîn!
Amed
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda