Her du encumenên Kurd ên li rojavayê Kurdistanê (Encumena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê – ENKS- û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê-MGRK) piştî lotik û zîtirkên dûr û dirêj protokolek di navbera xwe de îmze kirin û li ser çend xalan li hev kirin.
Wey li ser xêrê be rebbî!
Şabaş ji ENKS û MGRK re şabaş!
Yek ji xalên ku li ser prokola lihevkirinê hatiye îmzekirin, vekirina dergehê Sêmalka, berdana girtîyên siyasî û avakirina komîsyonekê li ser bûyerên Amûdê û Tilxezala ye. Wê komîsyon ji 11 kesên qerase pêk bê. Her weha her du lotikvanan li hev kirin ku bi yek şandê beşdarî kongreya Cinêv 2 bibin û dest bi lotikan bikin.
Ê de ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî!
Ya rebbî tu tifaqa ENKS û MGRK xirab nekî!
Ya rebbî tu wan li ber dilê hev bikî şîr û şekir!
Û heke dîsa wek berê li hev nekirin û dest bi zîtirkan kirin, ya rebbî tu topa qiyametê di nav doxîna wan de biteqînî!
Amîn!
Qamişlo
Omer Muxtarek ji nav me derneket
Erebên qûnreş ji nav HSD direvin
Miletê ne milet