Serokê Katolîkên Dinyayê Papa Franziskus lotikek kesanedî avêt û dilê me „Kafiran“ ango „Ateîst û xwedênenasan“ rehet kir.
Bi şeş telaqên jinberdanê ev Papayê me zilamek di ser xwe re ye. Mêro rastîyê dibêje û li ser heqîyê ye.
Papa Franziskus, berî demakê fitû derxistibû û gotibû „Ateîst jî karin herin bihuştê“. Ango, „Kafir û xwedênenas jî karin herin bihuştê“ filan û fîstan.
Ez ateîst im, yanî kafir û xwedênenas im. Ev serê 25 sala ye ku difikirîm û min digot „Gelo ezê biçim bihuştê yan na“ û di mitale û meraqan de bûm.
Piştî ku papayê germik û nermik Papa Franziskus fitû ji me kafiran re derxist û rêya bihuştê ji me re vekir, ez bi rehetî radizêm û têr tir û fisan dikim.
Kuro her bijî ji te re ya Serok Papa Franziskus!
Bijî azadîya tir û fisan!
Bijî bihuşta gewrik!
Bimre pira siratê!
Axreta Gewrik
Papa Franziskus lotikek kesanedî avêt û dilê “Kafiran” û yê “Ateîst û xwedênenasan” rehet kir. Ew jî dê herîn bihiştê.
Eger Lotikxane fetwayekê ji bo me munafiq û segbavên bisilmanan re jî derxistiba rind bû. Ez jî pir ditirsim û di tavila dojehê de me. Niha sê pa bisilman bûne munafiq û sextekar. Gelo wê ev jî herin bihiştê yanena? Eger neçin bihiştê, wê herin dojehê. Bi sê dînên li dinyayê, cihê kafiran di dojehê de namîne. Nexwe wê kafir tev herin bihiştê û kêfa xwe bi horiyan bikin.