Li bajarê Meraşê navçeya Elbîstanê Kurd û Tirk bi hevra dijîn. Gelek gund tevlihev in, nîvî Kurd nîvî Tirk in. Kurd û Tirk bi hev henekan dikin. Henekên wan carna li ser nasnamê bi mebesta nijadî tê kirin.
Rojekê Tirkek ji Kurdekî re dibê “ Were bibe Tirk lo “
Kurd jî dibê “ Law tu were bibe Kurd, ez bi Kurdbûna xwe ser bilind im. Ezê çima bibim Tirk oxlim ? “
Tirk dibê “ Mêze ji kerê re gotine Kurd kerê deh roj alif nexwarîye, nexwe kerê jî nexwestîye bibe Kurd “
Kurd gotîye “ Ez di dê û jina te nim, oxlim tu zanî kerê çima deh roja alif nexwariye? Çimkî ker bi eslê xwe Tirk bûye, ji ber wê wisa kiriye. “ Werhasil.
Van rojên dawî dîsa Kemalîstên Kurd ji Kurdan re dibêjin “ Werin dev ji Kurd û Kurdistanê berdin û bibin Tirkiyayî “.
Ez jî dibêjim “ Keran dîsa dest bi zîtirkan kir. “ Werhasilî kelam…
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin