Ji dabeşandina Qesra Şêrîn û heta îro tê xwestin ku Kurdistan dîsa bibe yek-welat, yek-ax, bibe YEK. Dijminê me û axa me, hovên dabeşker ji wê demê ve me Kurdan wek dabeşkeran dibînin. Kurdan; mîna dabeşkerên axa xwe bi nav dikin kuro.
Nêta Kurdan jî ew e ku bi van dabeşkeran re li hev werin. Rast e, lihevhatin xweş e. Lê bê welat, bê maf, bê ziman lihevhatin dibe? Goştê sor hûn bixwin, ma çermikê goşt ji me re? Hûn xwe li ber sobayê dirêêêêj bikin, û em çiloyê berûwa bidin hev? Tu suşîyan û zelateyên Rûsî bixwe û em nan biçînin zerika xwe û firdikê bixwin? Na yabo, naaaaa!
Gelo Kurd û Tirk li hev werin, wê Kurdên ku azadiya Kurdistanê dixwazin çi bikin? Kurdên azadînexwaz, wê Kurdên azadîxwaz bikin zîndana?
Dibêjin zilamek û xanima wî çûne Hacê. Dema ku dor hatiye recimkirina Şeytên; zilam wek her camerî, dirahije zixûrk û mixûrkên xwe û diavêje Şeytên. Lê xanima wî kîjan kevirê girs û mezin dikeve destê wê, diavêje Şeytên. Qey nêta xanimê ew e ku çavên Şeytên derxe û serê wî bişkîne. Zilam hêdîka dibêje xanima xwe „Keçê kevirkên biçûk bavêje. Ne go xwedê û şeytan li hev werin, ewê di me nin.“
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe