Rejîma sofîk û melayên Îranê qedexe danîn ser helbestvan Emîn Abbas û nahêlin ew helbestên xwe binivîse. Sofîk û melayên ku qaşo bawerîya xwe bi xwedê tînin û ji sibê heta êvarî li ser navê xwedê her zinêkarîyê dikin, rê li ber zimanê Kurdî digirin û nahêlin Kurd bi zimanê xwe helbestên xwe binivîsin.
Helbestvan Emîn Abbas ji bo ku helwesta sofîk û melayên sextekar şermezar bike, rabûye çavên xwe, guh û devê xwe dirûtine û helwestek xîretane danîye.
Hûn dibînin bê çi gunikreş li dinyayê hene ne wilo?
Emîn Abbas ji bo helbestên xwe çav û devê xwe didirû û li ber xwe dide.
Û em Kurdên bakur?
Em jî ked û xwîna 35-40 salî dikin bi qurbana dewleta Tirko û dibêjin „kî mir kî ma ji vî ve“ û Kurdistanê dikin bi qurbana Demokratîk Tirko Cimhûrîyetî û Konfederasyona Rojhilata Quzê kerê.
Axir, xîret di dil û mejî de ye. Di hest û wîjdan de ye. Kesên bi xîret bin wê wek Emîn Abbas li keda xwe xwedî derkevin û darekî têxin kuna dijminan. Û kesên bê xîret bin jî ji xwe ne xema kîrê wan e..
Mahabad
Yê her miletekî yek xwedayê wî tenê heye, yê me kurda çar xweda daye me. Ji van xwedaya yek ji yê din bêdadî ye û zilumkare :(( Rebê jorê min efû bike, ev jî dijrabûna min e…