Li gundek ji yên derdora Mêrdînê camêrek hinek esebî bizina xwe ya berhavêtî dixwaze bifiroşe. Niv axayek tevî peyayê xwe bizinê dibînin û lê dibin kiryar. Nîyeta nîvaxa hinek qeşmerî û henek kirine.
Nîvaxa ji xwedîyê bizinê re dibê: “Bizina te stewr e an avis e, heke avisbe ezê bikirim.”
Ew jî dibê: “Vaye peyayê te li ba te ye bila lê binere, ew pisporê wî karî ye.“
Peya li bizinê dinere û dibê : “Avis e.”
Axa parê wî didê û bizinê dibe nav pez. Çawa bizin dikeve nav pez, nêrî li dor dizîvire û bizin tê nêrî.
Axa bizinê tîne û ji xwedîyê wê re dibê: “Bizina te ne avis e, stewr e, te ez xapandim. Min bizina te bir nav pez nêrî xwe avê te ser. “
Nîyeta xwedîyê bizinê nîne paran bidê û dibê: “Bizina min avis bû. Peyayê te jî got avis e. Niha tu hatî û dibêjî min bir nav pez û hat nêrî. “
Gotinek ji wî yek ji yê din, gundî, muxtar, melle li wan dicivin û dixwazin navbera wan çêkin.
Xwedîyê bizinê ji melle re dibêje: “Ma wextê jina te hamîle ye, tu pê re ranazê?”
Melle: “Belê.”
Ji muxtar re dibê: “Ku jina te hamîle be, ma tu pê re ranazê?”
Muxtar: “Belê.”
Ji nîv axa re dibê: “Ma wextê jina te avis be, tu nanihî jina xwe?”
Axa: “Belê.”
Xudanê bizinê: “Bizin jî jina nêrî ye û avis e, nêrî jî carekê nihaye jina xwe ma qiyamet rabû.”
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!