Melayê gewre Mela Elî Kelek beşdarî bernameya Rûdaw TV bû û lotikek kesanedî avêt.
Heta îro me nedîtiye ku melayek rabe û mîza xwe vexwe. Lê Mela Elî Kelek mîza xwe vexwar û têhna dilê xwe şikand.
Heke bi ya min be, gerek xalê me Mela Elî Kelek têkeve pirtûka Guînness a rekoran. Û hetta divê xelata Nobelê ya „Mîzvewxarinê“ jî bistîne.
Em nizanin ka sebeb çiye û çima xalê me Mela Elî Kelek mîza xwe vexwariye. Belkî tî bûbe, belkî bi niyeta tiştekî din be, belkî ji kerba hinekan re be û gellek tiştên din, em nizanin.
Lê bi xêr û selamet, heke xwedê bê erê, wê di pêşerojê de hinek melayên din derkevin televizyonan û vê carê ne mîza xwe, lê belkî „gûyê“ xwe jî bixwin. Çawa be xalê me Mela Elî Kelek rê vekir.
Ê de xwedê kerîm û rehîm e qurban…
Noşîcan be kaka ciyan!
Hewlêr
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin