Di warê bêtirsbûnê de cîyê jinên Kurd li gor milletên din cuda ye. Jinên Kurd di nav neteweyê xwe de bûne sembola azadî û berxwedanê. Tu caran li ser axa xwe tawîz nedaye tu kesî. Giredayî ax, millet û kultura xwe ne. Li ser axa xwe, ji bo milletê xwe carna jiyana xwe dane, carna ji malbata xwe veqetîyane, carna bi malbata xwe ve koçber bûne. Li hemberî koletî û zordarîyê li ber xwe dane. Qet ji ser bawerîya xwe venegerîyane. Carna xwe ji pirran avetine, carna xwe dane kuştin.
Jîyana jinên Kurd ji bo jinên milletên din her tim bûye mijarek. Lewra jinên gelê Kurd di her warî de qet li paş derîyan nemane, her tim li meydanan bûne, li cem zilaman cîyê xwe girtine. Mirov li gor jinên milletên din dinere ku hew nebûne jina malan, carna bûne lêşkerên artêşan. Jinên wêrek ji bo nifşên nû jî bûne jîyanek mezin, hestek wek avê herikî. Heger ku jinek kedbar be, di şeran de her tim bi ser dikeve. Hema bibêjin di her civakê de jin nehatine hesibandin, lê belê em dibînin ku di nav civaka Kurdan de bi vî şiklî nehatine hesibandin. Lewra jinan bi her hewayê xwe dane nişandan. Wek di qewmê Kurdan de, di hinek qewmên din de jî di destanan de behsa jinê hatiye kirin. Em dibînin ku li Amazonê jinên bi pêsirekê li ber artêşa zilaman tekoşîn dane, li latîn Amerîkayê jinên gerîla û hwd, li Kurdistanê jî jinên Berîtan li ber zilm û zordarîyê li ber xwe dane.
Di nav civakê de jinan her tim li ber xwe dane, lê belê jinên Kurd ne hew di jîyana taybet de, di şeran de jî cîyê xwe girtine. Li gor bawerîya wan serkeftina milletekî ne hew bi destê zilaman e. Ew jinan hevpar dibînin, di rojên xweş û di rojên tengasîyê de jî lazim e ku ev parvekirin hebe. Ji ber vê ye ku jîyan parve kirine. Li gor bawerîya şoreşgerîyê jî wusa ye. Jinan xwe wek parçeyekî şoreşgerîyê ditine. Ji xwe bawer û mirovên hestîyar in. Di jîyanê de bûne xwedî tecrûbe û xwe baş dikarin îfade bikin. Bi tena serê xwe li gor rewşê dikarin civînekê çêbikin û biryarekê bigrin. Jinên şoreşger di şeran de heger biketana destê dijminan gelek tadeyî û zilim didîtin, lê belê qet ji ser fikra armanca xwe venedigeriyan. Fedakar û cefakar bûn. Zarokê xwe li ser van rêyan winda dikirin, carna li ber çavê wan li wan êşkence dihat kirin, dihatin kuştin, lê qet li dû wan hêstirên çavan nedibarandin. Çiqas alîyê wan ê dayîktî biêşîya jî, qet li ber dijminan nedigirîyan. Lewra bawerîyek wan hebû, digotin em li ber dijminan nagirîn, bila kêfa wan li me neyê. Lê helbet agirekî gur di nav dilê wan de dişewitî. Lewra ew dayîk bûn, mirovên hestiyar bûn, Xwedê ew wisa xuluqandiye.
Jinên Kurd em dibînin ku navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê jî nivîsandine. Lê belê mixabin navê wan heta îro nehatine bilêvkirin. Helbet sedemên vê yekê gelek in, lewra ev jinên qehreman endamên milletekî ne ku bi salan e bindest in. Li ser wan mixabin erşîv nehatine dîtin, ên ku hebûne jî hatine şewitandin an veşartin. Mixabin, li zankoyên welatê ku Kurd di nav de jîyane qet nebûne mijarên dersê. Dema jîyana jinên Rojhilata Navîn hatine lêkolînkirin mixabin jinên Kurd her tim li derveyî lêkolînan mane. Xeynî zankoya başûrê Kurdistanê. Li ber agahîyên jiyana jinên Kurd gelek asteng bûne. Hew hinek nivîs li ser wan hatine nivîsandin lê agahîyên pir kêm hatine dayîn. Dil dixwaze mirovên zana li ser van mijaran bêtir bixebitin….
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!