Belê, Partîya Kerên Kurdistanê (PKK) di sala 1950 de hat avakirin. Umer Kilol jî ev partî, ango Partîya Kerên Kurdistanê (PKK) di sala 1979an de bi fermî li başûrê Kurdistanê li Silêmanîyê ava kir û bû serokê wê. Ango, bû Serokê Kerên Kurdistanê. (Em behsa PKK a bakurê Kurdistanê nakin, haşa. Mebesta me PKK a Umer Kilol e).
Kêfa me pir hatibû. Me digot „Êdî kerên Kurdistanê ne bêxwedî ne û şikir ji xwedê re va partîya wan jî ava bû“. Lê xuyaye qirdê kerên Kurdistanê kor e, bextê wan reş e.
Serokê Partîya Kerên Kurdistanê Umer Kilol bi daxuyanîyek qerase partîya xwe PKK feşiland (fesix kir) û lotikek kerîkî lêxist. Ev partîya qerase, ev partîya kevnare ku temenê wê 35 sal in, bi lotikekê mir û binax bû. Û bi vî awayî kerên Kurdistanê sêwî û bêxwedî man, bê partî û bê rêxistin man.
Serokê Kerên Kurdistanê Umer Kilol sedema feşilandina PKK wilo anî zimên:
„Canekem, rêhevalên ku bi min re kerîtî dikirin û mafê keran diparaztin, ne wek xwe derketin. Derket holê ku ew ker kurê keran tenê ji bo henekpêkirinê hevaltîyê bi min re dikin. Êdî taqat û mecala min nema ku ez bi kerên wek wan re bixebitim û wextê xwe badilweha derbas bikim“ filan û fîstan.
Serok Umer Kilol bi dewamî got: „Her çiqasî „Partîya Keran“ ne li gor tore û adetên Kurdî be jî, lê me dixwest em peyamekê bidin civaka Kurd. Lê mixabin civaka me ji partîya me kertir derket û kesî me fêm nekir. Li şûna ku mafê kerên xwe biparêzin û piştgirîya partîya me bikin, ez û malbata min ji xwe re kirin hedef û pêlîstok, em kirin benîştê devê xwe“ û pê de çû.
Belê, Serok Umer Kilol, li gor rê û rêbaza „Kername“yê (destûr û bernameya PKK) Partîya Kerên Kurdistanê (PKK) feşiland û dev ji Serokatîya Kerên Kurdistanê berda.
Bi vî awayî, kerên Kurdistanê sêwî û bêxwedî man, bê partî û bê rêxistin man.
Kerên Kurdistanê niha li benda serokekî ne ku xwe bide ber barê wan û wan di bin sîwana partîyekê de birêxistin bike.
Kesên ku xêrxwazên kerên Kurdistanê bin û rêhevaltîya wan cefakaran bikin, bila nesekinin û xwe bigihînin hawara wan. Çawa be bername û destûra Partîya Keran (Kername) li ber destê Umer Kilol e. Hewce nake hûn carek din serê xwe bêşînin û „Kernameyek“ din amade bikin…
Bi rêz û silavên kerîkî….
Silêmanî
Heqet ji Kurda re „Kername“yek hewceye bê nivîsandin. Çimkî lê ne vê fersenda ku sedsalê dîyarî wan kirî ye ji destê xwe bi revînin û dîsa bê statu belengaz bimînin…
ez bxwe ne ji partiya keranim
Lé bele eger şerefa wan keran hebe ewé bersiva te bidin
Me ji lotikxane hez kiribu. Le xuyaye hun besheref in. Hun ji kudere ve cesarete digrin u ziman direjiya li diji partiya karkeren kurdistane dikin (35 sal). Hun ker in, ji we werkiri qey hemu mirov ker in.
Law Kurdo, oxlim. PKK li Başûrê Kurdistanê bi fermî heye. Serokê wê jî Umer Kilol e û di sala 1979an de ava bûye. Yan haya te ji dîrokê tuneye, yan jî tu kîrê xwe û qûna xwe ji hev nas nakî. Mebesta me ne PKK a Ocalan e oxlim. Ji xwe kerên mîna te Kurd xistine vî halî. Berî tu bersiva tiştekî bidî, rojevê û dîrokê bişopîne û piştre zimandirêjîyê bike qurban.