Li Elbîstanê ber derê qahwexanê rûniştî bûn, gundîyekî mirîşk di firot. Hat ba wan slav da û got “ Ji we re mirîşk ne hewceye ? Dîkên min hêja ne. “
Gotin “ Na heyran hewceyîya me pê tune “ Zilam mirîşkên xwe hilanî û çû.
Yekî lasayîker ( miqelîd) nîjadperestê Tirk zivirî ser xalê Hiseyîn pirs kir.
“ Gelo dîk Kurd in yan Tirk in ? “
Xalê Hiseyîn kenî û got “ Oxlim, ku tu rojê pênc carî li xwendina dîk binerî Kurd e, lê ku tu li ser sergo li gû tevdana wî binerî dîk Tirk e “
Ev jî wek mesela hinek Kurda ye.
Li Kurdistanê wek dîk dixwînin, lê li ba dewletên dagîrker gû tevdidin û “ xwelîserîya demokratik” bi serê xwe de dikin.
Bila, ka Kurdistan ? Ka azadî ? Ka rizgarî ?…
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!