Abdullah Demîrbaşê ku xwedêgiravî di nav wan de herî kurdewar xuya dikir, di der barê me de, (ne xwe, ji ber ku êdî eşkere ye ku em em in û ew ew in…) çend têbiniyên balkêş aniye zimên. Li ser bextê Oxtay Pîranîj be…
Jixwe em ê ji ber Evdoyan bi ku de herin. Her kî Evdo be nav, agir dihere ji dev.
Erê, Evdo gotiye ala Komara Mahabad em wek ala xwe nahesibînin û ala me, ya ku nuha partiya me bi kar tîne ye.
Li ser pirsa camêr ku gotiye, partiya we Kurdistanê naxwaze, axê naxwaze, der barê vê de hûn ê çi bibêjin?
Camêr îmana felsefeyê çikandiye û biratiya kurd û tirkan bi hestên tirkewarî xemilandiye. Gotiye, heyran di dema îroyîn de em nikarin ji tirkan veqetin; em û tirk nikarin ji hev cîhê bibin. Dev ji me berde, heta ker û mirîşkê me niyhane hev; çêlik û çêçikên me tevlihev bûne. (yanî dixwaze bibêje wan tecawizî me, me tecawizî wan kiriye û bi milyonan bêjiyên me hene)
Avakirina Kurdistan kêmaqilî ye û ne gengaz e. Heke em li rojhilatê Tirkiyê Kurdistanekê ava bikin, kurdên li rojava dijîn ê çi xweliyê li serê xwe kin? Na babam nabe; yên ku bibêje dibe ehmeq e…
Rast dibêje camêr. Bi xêra siyaseta xwe ya qirêj her yekî/ê li rojava, li qiraxê bahran havîngeh mavîngeh kirîne, salê du sê mehan tên tê de dikin kêf û seyran. Îcar Kurdistan. Tew! Mala bavê we…
Û pirsa camêr a dawîn jî ev e. Gotiye ji bo çarseriya bakurê welêt çi projeyên we hene?
Camêr xwe qup kiriye û bersiveke qerase daye. Em xweseriyeke demokratîk dixwazin û ya rast, ne girîng e zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyiyê. Berî nuha xanimeke tirk hat xwe avêt bextê min got, heke hûn li vir di hemû dibistanan de perwerdehiya bi kurdî bidin, zarokên me yê çi bikin? Ez dû re fikirîm, rast digot. Em nikarin xayintiyeke wiha li xelkê bikin. Divê em rê nedin nêrîn û ramanên neyarane û paşverû….
Amed
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe