Rîha xalê Sofî, wek melkeseke bajariya lê hatibû, ewqas gurover, şayîk û nerm bû! dibêjin rî sinete, lê di fikr û ramanên xalê Sofî de, wê ew bi wê rîhê biçe buhiştê û di ser pişta van horîyan keve! Ji yekê dakeve û li yekê siwar be! Ji yekê derxe û di yekê xe! Ma ji wilo xweştir heye xalê Sofî? Lê belengazo nizanîbû wê rojekê ew rîh, serê wî bixe qeda û belayê.
Carekê yek jê dipirse: Xalê Sofî, dema tu xew dikî, tu rîha xwe dixî bin lihêfê yan datînî ser lihêfê? Sofî dibêje: Welleh xwarzyê ez nizanim!
Berê, dema xalê Sofî xew dikir qet di fikra wî de nedihat, rîhê bixe bin lihêfê yan ser lihêfê, tenê di xewn û xiyalên xwe de difiriya! Bi milyaketan re difiriya, bi horiyan re difiriya, geh ew li wan siwar dibû û geh ew li wî siwar dibûn, carna wî dixist wan û carna jî wan dixist wî! Ma rîh, doşek û lihêf di bîra wî de dihatin!
Êvar hat û xalê Sofî wek hercarê çû nav livîna, du-sê qulhuwellahu-ehed xwendin û lihêf bi qumçika serê xwe de dakir û yanî qaşo pixkir xewê! Lê pirsa ku xwarzê jê kiribû: Dema tu dixewî, tu rîha xwe dixî bin lihêfê yan ser lihêfê? hat bîra wî. Hinekî ma, sebra wî nehat û pê xweş nehat, rabû rîha xwe ji bin lihêfê derxist û danî ser lihêfê. Kêlîkek neçû, cardî pê xweş nebû, rîha xwe xist bin lihêfê, hinekî ma, lê xewa wî nehat, cardî rîh derxist danî ser lihêfê! Werhasil halê xalê Sofî bû halê helawçiya û heta azana dîkên sibehê xew neket çavan!
Ez bi qesema navê Xwedê kim, ku ji tirsa zana Muhemed ew bir ezmana, eyn wek xalê Sofî li van birakên me yên başûr hatiye. Ew jî berê, bê xem û derd pereyên xwe (bûdceya Herêma Kurdistanê) ji van qûnreşên Bexdayê werdigirtin û wek Elyo û Ahmo bi qirûşan li hev parvedikirin. Îca serên xwe bixistana bin lihêfê, ser lihêfê, ma kê karîbû ji wan re bigota lam û cîm! Îca wek dibêjin: Lêwik ji bê karî çû serê xirrê xwe jêkir! Van başûriyan jî çûn bîrek petrolê li vir kolan, yek li wir kolan, qulek di vir de vekirin, yek di wir de vekirin û borî dirêjî Tirkiyê kirin, werhasil kirin kafirkerrafî!
Qûnreşên Bexdayê jî rabûn budceya wan qut kirin û hezar û yek mahneyan li wan dikin û dibêjin: Petrola we ji were û pereyên me jî ji mere! Ev yek jî bû sedema ku pere di banqên Herêmê de nemînin û mi-aşên xelkê dereng bidin wan û serên van qerdaşan ket hewlilwelayê!
Li gor qulte-qultên ser tenûran, digotin, çiye-ne çiye, berî sînorê Tirkiyê Kurdan boriya petrolê qul kirine, neftê jê derdixin û bi qaçaxî difroşin. Yanî ji alîkî de dixin boriyê û ji alîyê din de jê derdixin. Law, vana mesela akterê Sûrî (Xewar Toşê) anî bîra min.
Carekê Xewar li ber erebanakê sendewîç difrotin, tenha yek parçe goştê wî hebû. Îca tayek pêvekiribû û pêş çavê kiryar goşt dixist nav sendewîçê. Dema dida destê wî, ji bin de tayê xwe dikşand û goştê xwe ji nav derdixist û wilo ji bo sendewîçek din bikar tanî.
Îca eyn wek xalê Sofî li wan birayên me hatiye. Feqîrno yek qirûş jî di bêrîkên wan de nemaye, nema zanin gelo serê borya petrolê di bin erdê xin başe, yan di ser erdê xin başe!
Law qerdaş, ma serê ku ne-êşe çima mirov destmalê lê girêbide? Law hema carna bi nesîhetên Lotikxanê jî bikin, dibe rojekê bi kêrî we bê ha!
Kurdistan
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!