Xalê Hiseyînê ji Elbîstanê li qehwexanê rûniştî bû. Tirkekî jê re got “ Hiseyîn, hûn Kurd çito mirovin lo ? “
Xalê Hiseyîn zanibû wê dîsa tiştek nijadperestî bibêje, got “ Çi bû Kurêmin, te xêr e oxlim ? “
Yê Tirk got “ Çi çibû, hûn Kurd wexta dirîn li gûyê xwe mêze dikin lo “
Xalê Hiseyîn hinek fikirî û bersiva wî da “ Erê oxlim rast e, wexta em dirîn em li gûyê xwe mêze dikin hela gûyê me Tirk e yan na. “
Hinek Kurd Kurdan bi dek û dolaban, bi zora çoyan dikin bin bandora Tirkên çeqilmast. Ew Kurdên çeqilmast bila baş bizanibin ku ew ji wî gûyî heramtir û xirabtirin. Madem ew gû li we geryaye, hiç nebe me jî bi xwe re ne lewitînin lo…
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda