Alo Kurdekî Sêwasê ji navçeya Divrîgê ye. Alo mêrxas û jîr bû, gelek jî hişdar bû.
Rojek di nav nivîna de ye, xwest him pîrekên malê biceribîne û him jî henekek nesh bike.
Bûka wî ya mezin li ber çavê wî ket, got “ Keça min bi bexşîne, min bi xwe de rît, tu dikarî binê min pakij bikî ?“
Bûkê got “ Îyyy! Bavo wele dilê min li hev ket, ez nikarim. “
Alo got “ Ê başe keça min, ka gazî bûka biçûk bike bila ew were. “
Bûka mezin deng li bûka biçûk kir û got “ Keçê bavo li odeya xwe ye, gazî te dike ! “
Bûka biçûk bi lez hat got “ Fermo, bavo te gazî min kiriye. “
Alo got “ Erê keça min, ez virikî bûme, min xwe lewitand. Tu dikarî pakij bikî ? “
Bûkê got “ Karê min heye, ez nikarim. “
Alo got “ Tamam tu here karê xwe, gazî xwesîya xwe bike bila ew were. “
Bûk çû gazî xwesîya xwe kir û got “ Dayê bavo di nav nivîna de ye, gazî te dike. “
Xwesîyê got “ Pîîî şerma giran, bavo xurifîye keçê. “
Her çi be, bûka jî dane pey û çûn, got “ Alo xêr e ? Te ji bo çi gazî min kir ? “
Alo rûyê xwe tirş kir û got “ Jinik ez vîrikî bûme, min bi xwe de rît, karî min pakij bikî. “
Pîreka Alo zivirî ser bûkan got “ Keçno ji min re avê û leganê bînin hûn derî bigirin derkevin, ezê Alo pakijkim.”
Alo ji nişka ve lihêf ji ser xwe avêt, kenîya û got “ Henek henek..Min hûn ceribandin, rîtina çi halê çi. “ Weselam…
Erê mam Alo henek kir, lê tolaz û qeşmerên hevkarê dewleta virqo bi rastî bi xwe de rîtine. Her tişt lewitandine, îcar ji me re dibên “ De werin safî kin ! “
Ji me re çi babam, hema di nav wî gûyî de bigindirin lo, ma Kurd xulamê we û bavê we ne…
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda