Dest e, nîvê laş e. Mirov ji du tiştan pêk tê, dest û çav. Û bêxwedîkê belalûkan jî di dest û çavan de derdikevin. Di vê dema herî xweş de, di ciwaniya me de, ev belalûkên bêrû dev ji me bernadin. Ne hûn dikarin destê qîzekê bigirin, ne jî hûn dikarin biramûsin. Erê gelî canik û camêrikan, hîna tenduristiyê bersivek, başkirinek ji vê felekreşê re nedîtiye.
Îja bijîşkan ti derman ji me re peyda nekirin, me jî berê xwe da rêyên bêbinî… Rêyên pûç û vala. Ji şîrê dara hejîran, heya xwîna mêşa me lê kir. Hinekan digo „destê xwe bi ava nav tirba seyîdekî, bişo„, hinekan go „çiqilê dara tûyê li hev bade„. Ava kezavê jî ti gû pê nekir… Digotin „kalanê mar bixwe„, me xwar. Dilê keşe bi me dişewitî, li dêrê di’a dikir. Hindik mabû ku me berû texistiba qûna xwe, fêde nedikir. Gotin herin cem melayekî, bere li ser wan bixwîne. Em çûn…
Mela go heft lib ceh bîne û were. Ez hîna di tirsa têxistina qûnê de bûm. Bi wan heft lib ceh li ser belalûkan xwend. Her libek di ser destên min re dibirin û dianîn, di dora destên min de dizîvirandin, qey „fisa dorê“ dikir. Bê çi xwend ez nizanim, û got „bixe nav gurçikê heywana û bike binê erdê„. Me yek bi yek tiştên digotin, kir. Me ew gurçik, di cihekî de ku qet şopa min bi ser nekeve, me veşant. Hindik mabû ku min xwe wenda kiriba û pê de mîz jî kiriba… Ji bo ku şopa min bi ser wî cihî de neçe, ez ji bajêr jî derketim.
Dem dema sekinandinê ye, heya ku ew gurçik birize, hinavê wê hişk bibin, cehên di nav de birizin. Di vê dema sekinînê de ez bexşê ji bijîşkên me dixwazim; û ez di pêşketina tenduristiyê nim! Ji ber ku ewqas xwendin û zanîna wan têrî piçek çermê zêde nake. „devê xwe veke, zimanê xwe derxe, bêje eaaaaaa“ heke tenduristî tenê ev tiştên pûç wek oral-seksê be, em hemû bijîşk in. Sed mixabin ji bo salê wan ê bi xwendinê re derbas bûyî. Û bere qet pesnê xwe nedin di nav civatan de, ji ber ku sunetkar jî di jêkirina çermê zêde de ji wan sazkartir in û hew!
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!