De werin û li vê lotika kesanedî binerin.
Gelo çûna bihuştê yan çûna dojehê (cehnemê) karê xwedê ye, yan karê sofîk û melayên îranê ye?
Na na, li gor tê gotin, xwedê wekîltîya xwe daye wan sofîk û melayên rîhdirêj û tapoya bihuştê xistiye destê wan.
Îmam û xetîbê Tehranê Ehmed Hatemî, ku yek ji kesên nêzîkî Rêberê Îranê Elî Xameneyî ye, di xûdbê de gotiye: ‘‘Erkê hikûmetê ye ku xelkê bi zorê bibe bihuştê. Heke xelk bi qîm û riza xwe neçin bihuştê, divê hikûmet bi darê kotekê, bi zor û lêdanê wan bibe bihuştê“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.
Ehmed Hatemî efendî herwiha diyar kiriye ku „çênabê xelk di warê aborî û kulturî de bi kêfa xwe azad bin, ji ber ku ew azadî gotinek xelet û bê wate ye“ filan û xeftan.
Ya staaaarrrrr û naûz û bîllah ji destê van sofîk û melayên rîhdirêj!
Kuro oxlim, ma hûn berdevk û wekîlên xwedê ne?
Xwedê teala kê dibe bihuştê, kê dibe dojehê, dikute kê û nakute kê, ma bi serê we ketiye?
Law ev çi lotik in, çi zîtirk in xwedêyo!
Ma gava te aqil belav kir, te piçek neda van sofîk û melayên Îranê ya xweda!
Werhasil, îcar qet netirsin gelî xwendevanan. Kesên ku ji çûna dojehê ditirsin û dixwazin biçin bihuşt û cennetê, qet netirsin. Va sofîk û melayên Îranê bûne wekîlên xwedê û karin belaş, bê mesref we bişînin bihuşta gewrik.
Bi namûs xwedê da we lo.
Hem hûnê bê tirs, belaş û bê mesref herin bihuştê, hem jî hûnê bibin xwedîyê 70 horî û nûrîyên germik û nermik.
Ooooxxxxxxxx!
Mahabad
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe